Serokwezîrê Avusturyayê Christian Kern, helwêsta hikûmeta Tirkiyeyê rexne kir û xwest tevahiya Ewrûpayê li Siyastmedarên Tirk” qedexe kir. Kern xwest muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi tevahî werin bidawîkirin. 
Serokwezîrê Avusturya Christian Kern, polîtîka Tirkiye rexne kir û xwest tevahiya Ewrûpa li siyasetvanên Tirk bên qedexekirin. Kern, ji rojnameya Welt am Sonntagê re axivî. Kern xwest hemû mîtîngên siyasetvanên Tirk ên li welatên Ewrûpa bên qedexekirin û betalkirin. Kern, bang li YE’ê kir û xwest helwêsta xwe ya li hemberî Tirkiyeyê diyar bike. Kern, bal kişand ser tundiya Tirkiyeyê ya li dijî Elmanyayê û wiha peyivî: “Ji bo welatên Ewrûpayê yek bi yek wekî Elmanya rastî zextên Tirkiyeyê neyên divê bi giştî helwêstek bê nîşandan. Pergala Serokdewletiyê ku bi guhertina qanûna bingehîn bê, dê li Tirkiye dewleta hiqûqê pirr lawaz bike. Ev yek li dijî nirxên YE’ê ye.” 
Daxuyaniya wî ya li ser betalkirina muzakereyên endametiya Yekîtya Ewrûpayê jî wiha ye: “Bi salan e Tirkiye ji pîvanên dewleta hiqûqê dûr dikeve. Bi vî rengî muzakere bi vê dewletê re nayên meşandin. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû muzakereyên bi Tirkiyeyê re bên betalkirin û bi dawî kirin.” 

FRANKFURT