Li Kolnê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike. Dengdayîna ku di 8'ê Cotmehê de destpê kir, wê heta 25'ê Cotmehê bidome. Xuyaye hejmara beşdaran ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê zêdetir e. Tevî vê yekê jî hînê, tevlîbûna tê hêvîkirin pêk nehatiye.


Me dengê xwe da xwe

Roja Yekşemê de, HDP'yî di xwarina taştê ya li Navenda Çanda Elewiyan a Hurth'ê civiyan. Piştre girseya gel bi awayekî komî çû dengdayînê. Ji van hilbijêran Bulent Kara û malbata Felek Çelebî ya ji Kerboranê, sedema dayîna dengê xwe ji bo HDP'ê, ji ANF'ê re bi gotinên "Me dengê xwe da xwe" vegotin.

Endamê Navenda Elewiyan a Hurthê Kara, komkukjiya li Enqereyê şermezar kir û got, "Eger em bi ser bikevin, wê Tirkiye ji rejîma dîktatoriyê rizgar bibe."


Elaqeya dengdayînê zêde ye

Li Serkonsolosxaneya TC ya li bajarê Elmanya Hambûrgê, dengdayîn bênavber dewam dike. Tevî Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr berî dengê xwe bi kar bîne daxuyaniyek da û got, ku ji piştî vê êrîşê divê ji bo HDP'ê xebateke hîn bêhtir xurt were meşandin û anî ziman ku ew ê dengê xwe bide HDP'ê. Ozdemîr ragihand ku encamên 1'ê Mijdarê wê pêşeroja her kesî diyar bike û bang li her kesî kir ku xwedî li van hilbijartinan derkeve.

Li Stûttgartê pêr Pazarcixî herikîn ser sindoqan. Hin ji van hilbijêran bi awayekî komî, hin jî bi wesayîtên şexsî hatin û ji bo helwesta faşîzma AKP'ê hilweşînin, dengê xwe dan HDP'ê.

Hilbijêrên HDP'yî yên li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi karwanekî ji 50 wesayîtan hatin Konsolosxaneya Tirk a li Dusseldorfê û dengê xwe bi kar anîn. 


Li Franseyê jî hêrsa li dijî AKP´ê dike ku xelk dengê xwe bide 

Li rojavayê Fransayê, Kurdistaniyên li bajarên Nantes, Rennes, Vannes, Lorîent û bajarên li derdorê, ji bo dengê xwe bi kar bînin tên bajarê Nantesê. Li ser navê komîsyona hilbijartinê ya Nantesê Mûhîttîn Kiliç da xuyakirin, ku çawa wan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dirûşma 'Em ê te nekin serok' Erdogan û dîktatoriya AKP'ê têk birin, ew ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî hesabê vê xwîna hatiye rijandin bipirsin. 


HDP bi ciwanan dimeşe

Li bajarê Holenda Den Haagê ciwan xebatên ji bo hilbijartinan xurt dikin. Ciwanan  êrîşa li Enqerê û komkujiyên bi destê AKP´ê şermezarkirin û peyama em ê bi dengdayînê dîktatiriya AKP´ê tê bibin dan. Ciwanan di civînê de biryar da ku di hilbijartinan de çalak bin û bi roleke pêşeng rabin. Ciwan xwest her kes dengê xwe bi kar bîne û bi vî hawî xwedî li şehîdên aştiyê derkeve.


Li Viyana bi komî deng tên dayîn 

Li Awûstûryayê jî hilbijêr bi otobusên ji aliyê HDP Awûstûrya ve hatine amadekirin, diçin ser sindoqan. Endamên Koordînasyona HDP'ê yên li ber Konsolosxaneyê ne, weke wezîfedarên HDP'ê van otobusan pêşwazî dikin û dibin alîkar. 


 NAVENDA NÛÇEYAN