Beşdarên ICOMOS/ICOFORTê di vekirinê de amade bûn, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê a Şaredariya Bajarê Mezin Muharrem Cebe, Projeya Rêwîtiya Ber bi Sûrên 1939ê ve ku Şîrîn Gencer serperiştiya wê kir vegot.

Cebe, da zanîn ku di projeyê de hêmana herî girîng Maketa Navsûran e, destnîşan kir ku bi vê maketê avahiyên dîrokî û turîstîk bi turîstên xwecihî û derve didin nasandinê û bi vî awayî turîst dikarin xwe bigihînin wan deverên dîrokî û derbarê wan de bibin xwedî pêzanîn. Cebe weha axivî, “Bi vî awayî hem dirûvê berê yê sûrên Amedê hem jî xiyala wan a paşerojê di pişt camê de li benda mêvanan e.” Cebe, aşkere kir k udi çarçoveya projeyê de du otobûsên turîzmê bo xizmeta gel terxan kirine. Cebe, bi bîr xist ku di sala 1939ê de sûr bi tevahî saxlem bûne, bi şev dergehên wê hatien dadan û got piştî hingê bajêr li nav sûran hilnehatiye û derketiye derveyî wê. Cebe, bal kişand ku nivîsgeha wan a Deriyê Çiyê jî qediyaye li benda vekirinê ye û got, bi heman mebestê li deverên cihê cihê yên bajêr kiosk hatine danîn.

Siberoja Amedê ronahî ye

Şaredar Osman Baydemîr jî bi bîr xist ku sala 2004ê dema hatine ser kar daye zanîn ku divê nexşeriyeke 30 salî bo siberojê bidine ber xwe. Baydemîr, da zanîn ku li ser du bingehan wan bajêr hizir kiriye û weha got, “Ewilî pêdivî bi Plana Avedaniya Nazim hebû da bi vê koçberên di navbera salên 1990-2000ê de bi neçarî hatine bêne xwedankirin û bi cîûwarkirin. A din jî ew bû ku mîrateya çandî û dîrokî ya Amedê bi dinyayê bidin nasîn. Di nav van 9 salan de me hewl da bi çêkirina Sûrên Amedê, tevê xan, hemam, gorên sehabeyan, dêr, mizgeft, tirbeyên pêxemberan di vî warî de hin gavan biavêjin.”
Baydemîr, aşkere kir ku “Siberoja Amedê ronahî ye” û hemû astengî li pey hatine hiştin û weha domand, “Ji niha pê de li ser vê nexşeriya destnîşankirî bi hêz û eforeke hevpar di riya xwe de berdewam bin.” Baydemîr, aşkere kir ku vekirina Nivîsgeha Turîzmê yek ji wan gavên biçûk ên hevpar e û weha axivî: “Di warê lêçûnê de biçûk e lê bi xizmeta xwe ew gaveke mezin e.” Baydemîr bal kişand ku hê gelek kar heye û weha got: “Lê em êdî weke berê nîn in. Îro em dizanin ka dê çi bikin, sibê jî em dizanin ka dê çi bikin. Em baş dizanin ka dê piştî 5 salan jî çi bikin. Em dizanin ka ber bi kî derê ve diçin û dixwazin bigihêjin ku. Ji wê pê de êdî dimîne ser hevkariyê. Ji bo hevkariya Ajansa Geşedanê gelek spas dikim.”

Spasiyeke taybet

Baydemîr, behsa hunera dilzîz a şarezayê keviran Fesîh Gundogar kir û weha got, “Fesîh Gundogar ruh dide keviran, ew bi vê ruhê mîstisma bajêr li hev hevîr dike. Ew hevalekî me yê hêja ye. Hêvîdar im, ciwanên me jî bi vî pîşeyî rabin. Ez wî pîroz dikim. Bi kurt û kurmancî her tişt ji bo mirovên me yên li bajarê Amedê dijîn e. Her tişt ji bo ku sûrên Amedê bigihêjin siberojê.”
Piştî axaftinan, Baydemîr, Karakoyun, Serokê ICOFORTê Milagros Flores, Sekretera Giştî a Komîteya Tirkiyeyê a ICOMOSê Doç.Dr. Îclal Dînçer û beşdarên amade bi hev re qurdele birî û nivîsgeha turîzmê vekir. Midûra Muzeyê û Seroka Rêveberiya Warê Navsûran Nevîn Soyukaya jî li ser maketê dîroka navsûran ji beşdaran re vegot.  

DÎHA/AMED