
Modela netew-dewletê ya modernîteya kapitalîst li ser bingehê ku nirxê aborî, ked û hêza çanda çandinî-gund xesp bike hatiye avakirin. Her tim bi êrîşên ku birine ser çanda gund û çandiyê xwe berdewam kirine. Finaseya kapîtal û neolîberalizmê jî her tim di nava cewherê pergala kapitalîst de li pey mîrateya rafine, çanda gund û çandiniyê ye. Li ser vê bingehê şîrket cewherê gund û hilberînê vala dikin.
Bêguman bi derketina dewletê re, çanda gund û çandiniyê bi berxwedaneke binirx hebûna xwe daye berdewamkirin. Lê belê li hemberî qonaxa dawî ya modernîteya kapitalîs Neo-lîberalîzmê bêbandor bûye û hatiye bisînorkirin. Bi aweyekî kevneşopiya ciwakê û aboriyê çanda çandinî, lawirvanî û gund di roja me de bi êrişên li avahiyên wê re gelek lewaz bûye. Bi van rastiyan re divê çareseriyek bi kok ji bo mijara vegera gundan û tevahîbûna erdnîgariya, dîrok, civak û çandî ji di nav de bê afirandin.
Vê jî bi tenê mirov dikare, di çarcoveya çareseriya modernîteya demokratîk de bigre dest. Yanî pirsgirêk tenê bi awayekî fizîkî vegera gund û avakirina gundan nîn e. Dê çawa çêbibe? ji bo çi? Armanc ew e ku rê, şêwaz û teşeyên wê bi awayekî bingehîn bên girtin.
Ji nû ve avakirin
Ji nû ve avakirina çandinî û gundan, di vê destpêkê hişmendî bê guhertin. Li ser vî bingehî, divê destpêkê jiyana civakî ya bajar, çanda wê, aboriya wê, huner, tenduristî û perwerdeya wê ya li navendê neyê dîtin; divê mirov destpêkê, ji feresatên ku bajar û gund wekî hev dîtin û ji girêdana gund ya bi bajar ve dur bikeve.
Girêdayî vê ferasetê divê destpêkê rêxistinbûyîna civakê, teşfikkirin, destnîşankirina polîtîkayê, rêxistinbûyîna çavkaniyên aboriya zanîstê, kadroyan û teknîka ku ji bo jiyana civakê giring e, biterikîne.
Tişta rast jî çanda çandinî û gund bingehe; civakbûyîn di nava vê çandê de pêşketiye û divê mirov bizanibe ku bajar jî berhemek vê çandê ye.
Gund û bajar; bi awayekî maqul di warê çandinî, pîşesazî û bazirganiya xwe de jî nû ve pênasekirin. Li gorî vîna ji nû ve avakirin û têkiliya di navbera wan de ji nû ve sererastkirin; di vê jiyana civakê de li ser rastiya vê bingehê ji nû ve bê rêxistinkirin. Ji bo gihîştina vê armancê gelek xebatên berfireh û dewlemed yên civakî divên.
Girêdayî tevahîbûna hişmendî û pratîk, çanda gund û çandinî wê ji nû ve çawa bê avakirin; bi vê bingehê wê vegera gund çawa çêbibe, wê gundî bikaribin çi bikin. Li gorî van sergotarên sereke mirov dikare vê mijarê wiha bigre dest.
Valederxistina siyaseta ji holê rakirina çandininiyê ya gundan û valakirina gundan:
Bi vê xebat û lêkolîna zanîstî li ser hemû aliyên bûyerên ku bûne sedemên ji holê rakirina gundan-çandinî û valakirina gundan rê vekirî ye, bên kirin û encamên derketine bên pêşkêşkirin.
Çalakbûna civakê
Divê civak di warê çareserkirina pirsgirêkê de bê aktifkirin û agahdarkirin. Bi vê armancê divê amûrên ragihandinê bi aweyekî film, dokumenter, cureyên spotan, dîmenî, broşûr, pirtûk, rêze nivisan bên kirin. Di der barê mijarê de semîner, konferans, cureyên mitîngan, weşan û pêşkêşî bên amadekirin.
Mekanizmeya meclisên gel yên di bin banê rêveberiyên cewheriya demokratîka gelan de, konseyên bajaran, rêxistin ligel hemû rêxistinên civakiyên demokratîk û koman tev bigrin dest û divê bi awayekî çalak tevli çareseriyê bibin. Divê di qada herêmî, navçeyî û navneteweyî de jî bi awayekî berfireh berdewam bike û xebat bên kirin.
Divê li hemberî êrîşên li ser çanda çandinî- gund de civaka demokratîk bi rêxistinkirin û çalakiyên xwe bigihe asta paristina wê.
Divê li hember pêkanînên rê, ji valakirina gundan û ji holê rakirina çandiniyê, di pîvanek mezin de; li hemberî projeyên bendavên HES’ê, pîşesaziya çandiniyê, rêbazên kar, bi mebesta paristinê dagirkirina bejayî û qedexekirina zozanan, projeyên pîşesazî û bazirganiyê, madeyên ku zirarê didin tenduristiya mirov û xwezayê, derxistina petrolê tên meşandin, têkoşîn bê dayîn.
Di vegerê de çalakiyên pêwist
Di dema vegera gundan de, di qada aboriyê de çalakiyên pêwist dikarin wiha bên rêzkirin:
Di mijara vegera gun de ji bo di civakê de hestyariyê, bîr û biryardariyê bi afirînîn divê bername bên amadekirin. Bi taybet çapemeniya dîmenî di vê mijarê de baş bê bikaranîn.
Di mijara vegera gundan de, hemû kesên civakê; mexdûr, cotkar, koçer, hunermend, rewşenbîr siyasetmedar, kom û pîşeyên cuda bên hişyarkrin û bên aktifkirin.
Ji bo vegera gundan bê berfirehkirin di çarcoveya aboriya demokratîk- komûnal de kooperatif û komînên lawirvanî û çandiniyê bên avakirin.
Xebatên di der barê lawirvanî û çandiyê de divê kesên pîspor jê re pêşengtiyê bikin û xebatên wan bên xurtkirin.
Ji bo projeyên vegera gundan, qada aborî bê amadekirin û di çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê de rêveberiyên herêmî dikarin alîkariyê pêşkêş bikin
Ji bo vegera gundan, rêxistin, plan, amadekarî, kampanya û projeyên ku çareseriyê tînin bên berfirehkirin. -Ji bo vê yekê di vê li herêm û qadan proje û kampanya bên pêşxistin.
Sazî û rêxistinên ku xebatên girêdayî koç û gundan bi rê ve dibin; li ser pirsgirêkê divê hîn aktîftir bixebitin û çareseriyê pêk bînin.
Di planên çalakiyên lezgin de pirsgirêkên tendurîstî, perwerde, binesazî, starbûn, hatin- çûyîn û aboriyê bên naskirin.
Di vê li helberî qanûna mînaka vegara gundan û nêzikbûnên ku ji pisgirêkên xwe direvin û istimarkirinê de têkoşîn bê kirin.3 Ji bo pêvajo bi ser bikeve, divê nêzîkbûnên herêmên stratejîk û proje bên pejirandin. Ji bo ev yek bikeve jiyanê herî zêde ji herêmên pêwist pêşengî bê xwestin.
Xebatên ku ji bo vegera gundan tên kirin, çanda çandinî-lawirvanî û gundan ji nû ve avakirin bi rastiya wê re di vê bê dest girtin.
Divê feraseta xebatên jiyana Komunal-kolektîf bên avakirin. Ango di vegera gundan de ji nû ve avakirina civaka exlaq û politîk, roleke giring dilîze û li gorî vê ferasetê, rê û rêbaz, rêxistinkirin, pîvan û model esas bên girtin.
HESEN GERDÛN / ANF/BRUKSEL