Xebatkarê Medico International Martîn Glasenapp ku piştî azadkirina Kobanê çû herêmê, der barê pêwîstiyên tibî yên li bajêr de agahî da kovara Der Spiegel. Endamê Medico ragihand ku bi deh hezaran penaberên ji ber êrîşên DAIŞ'ê xwe li Bakurê Kurdistanê girtin ji bo vegerin li ser xetê sekinîne û anî ziman ku ji ber xisara mezin a li bajêr, veger niha ne pêkane. Martîn Glasenapp da xuyakrin ku li gel kelûmelên înşaetê, ji bo rakirina xirbeyê li bajêr maşînên pêwîst jî nînin û di mijara xwarinê de bal kişand ser kêmasiyên heyî.

Glasenapp diyar kir ku li nava xirbeyên Kobanê, tevî bombeyên neqediyane û madeyên teqemeniyê, hînê li hin taxan cesed hene û anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirina jiyana li bajêr pêwîstî bi lezgînî bi korîdora alîkariyê heye. Glasenapp da zanîn ku ji aliyê derbaskirina alîkariyên ji bo Kobanê ve Walîtiya Rihayê gelekî astengiyan derdixîne û diyar kir ku wan hefteya bihurî ambûlansek ji bo Kobanê anîbûn, lê belê piştî rawestandina 4 heteyan destûr dan ku derbas bibe. Martîn Glasenapp da zanîn ku li gundên derdora Kobanê pevçûn dewam dikin û her roj şervanên birîndar tên bajêr û got, "Nexweşxane li xisareke mezin rast hatin. Bi tenê du 'nexweşxaneyên jêrzemînê' hene û  hejmareke gelekî kêm doktor ev 5 meh in xizmetê didin. Yanî bi tenê dikarin dest li rewşên lezgîn werdin." Martîn Glasenapp diyar kir ku bi deh hezaran Kobaniyên xwe li Bakurê Kurdistanê girtine, ji bo vegerê li ser sînor disekinin û got, "Lê belê rêveberiya bajêr rica ji van mirovan kir ku bi lez vengerin, ji ber ku ji bo van mirovan bingeheke têrker nîne."


Gava destpêkê konbajar e

Glasenapp da zanîn ku rêveberiya bajarê Kobanê li gel xebatên tespîtkirina xisarê, li ser planên ji nû ve avakirina bajêr jî dixebite û got, "Ji bo vê jî gava destpêkê dikare avakirina wargeheke ji konan be. Eger bi deh hezaran mirov vegerin, pêwîstî ne tenê bi sîstemeke elektrîkê, av û xwarinê, her wiha pêwîstî wê bi bingeheke tibî jî hebe." 


 BERLÎN