SELWA ABDULLREHAM / ŞÎLAN MIHEMED / ANHA / MINBIC
Pêkhateyên bajarê Minbicê, bi rêya Navenda Çand û Huner hewl didin çanda xwe ji nû ve vejînin. Navend jî bi rêya vekirina dewreyan ku kesên pispor tê de perwerdeyê didin, hewl dide her pêkhateyek xwe bigihîne çand û hunerê xwe yê taybet.
Berê, pêkhateyên Minbicê ji ber sîstemên desthilatdar rastî bişaftinê hatin. Ev bişaftin gihîşt astekê ku gelek netewe li ser çand û hunerê xwe tiştekî nizanibin.
Lê piştî rizgarkirina herêma Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê ve, êdî hemû pêkhateyên Minbicê azadiya xwe bi dest anîn û bi rengekî demokratîk dikarin çanda xwe ji nû ve vejînin. Di vê çarçoveyê de, bi armanca vejandina çandên pêkhateyên Minbicê yên Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkez, Navenda Çand û Huner a Mibicê 20`ê Tebaxa sala 2017`an hate vekirin.
Navend mekanê huner û çandê ye
Li navendê, her pêkhateyekê komeke xwe taybet û bi navên taybet ên wê pêkhateyê ava kir. Koma Hezkirin û Hêviyê ya pêkhateya Kurd ji 8 endaman pêk tê, Koma Paşerojê û Şehîd Botan a pêkhateya Tirkmen ji 5 endaman pêk tê, Koma Siqûr Minbic a pêkhateya Ereb ji 15 endaman pêk tê; ji wan 8 jin in û Koma Çerkezî ya pêkhateya Çerkez ji 6 endaman pêk tê; 3 ji wan jin in.
Her komek, hefteyê 4 rojan perwerde û provayên xwe li navendê dike. Ji ber piraniya endamên koman xwendekar in û saetên nava rojê diçin dibistanê, perwerdeya xwe bi şev dikin.
Ji bo her çandê derfetên wekhev
Kesên pispor ên girêdayî navendê perwerdekariyê dikin. Di dewreyan de, waneyên li ser dîrok û çanda her pêkhateyekê, her wiha dîlan, stran û cilên folklorîk tên dayîn.
Hevseroka Navenda Çand û Huner a Minbicê Wedha El-Casim têkildarî mijarê axivî û got, di koman de kesên temenbiçûk û yên mezin hene û dîlan û stranên taybet ên her pêkhateyekê di dewreyên perwerdê de têne dayîn.
Koordînasyonê Têkiliyên Çandî ya Navenda Çand û Huner, Casim Tirmiş ku ji pêkhateya Tirkmen e, da zanîn ku ev gava navenda çandê derfet dide her pêkhateyekê ku ji nû ve çanda xwe vejîne û wiha dewam kir: “Em perwerdeyên ji bo zindîkirina çanda her pêkhateyekê li bajarê Minbicê bi rêya vekirina dewreyan, dewam dikin. Bi vê yekê, her pêkhateyek çanda xwe ya dayikê wê fêr bibe.”