
Li ser sînor Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Ayten Şêx Îsa daxuyanî xwend û dorpêçkirina li ser Efrînê şermezar kir. Ayten Şêx Îsa diyar kirk u Tirkiye û hin hêzên din ên herêmê ji destkeftiyên Rojava aciz in, ji ber vê yekê herêm dorpêç kirine. Ayten Şêx Îsa destnîşan kir ku hêzên navnetewî çavê xwe ji şoreşa Rojava digirin û got ku şoreşa li Rojava şoreşa Kurdan tenê nîn e, di nava şoreşê de hemû pêkhateyên herêmê hene. Ayten Îsa bang li Tirkiyê kir ku riya di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de veke û dawî li ambargoya li Rojava bîne. Di çalakiyê de çêkirina dîwrê şermê jî hate şermezarkirin.
Bakûrî jî hatin ser sînor
Di heman saetan de li aliyê Bakurê Kurdistanê jî welatiyên ji gundên Qazqilê û Heyderko yên girdayî bajarokê Dîlokê hatibûn li ser sînor kom bûn û ji Tirkiyê xwestin ku sînor di zûrtin dem de bê vekirin.
Çalakvanên Bakur ku bênavber diruşme li dijî çêkirina dîrwarê şermê berz dikirin, dema dixwestin tevlî çalakiya Rojava bibin, rastî êrîşa leşkerên Tirk hatin. Leşkerên Tirk li ser dirêjiya sînor jî hêzên xwe bicîh kirin. Tevî vê yekê jî şandeyek ji BDP’ê xwe nêzî sînor kir, lê leşkerên Tirk ne hiştin ku derbasî Rojava bibin.
EFRÎN