Li Çînê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan 231 kes derbas kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihand.
Vîrûsa Korona di dawiya meha Kanûnê de li bajarê Wûhan ê Çînê rû da û li piraniya cîhanê belav bû.
Piraniya wan li Çînê, li zêdeyî 20 welatan 8 hezar 100 kes bi vîrûsa Korona ketin. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe.
Li Elmanyayê hejmara nexweşan bû 5 kes, li Îtalyayê yekemcar du kesên bi vîrûsa Korona hatin tespîtkirin. Li DYE’yê li yek ji 170 kesên ji Wûhanê hatin derxistin vîrûsa Korona hate tespîtkirin.
WHO´yê jî li defa hewarê da
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku yekemcar di 10’ê Çile de nexweşên ji ber vîrûsa Korona ragihand, hefteya derbasbûyî pêwîstî pê nedîtibû ku li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihîne. Lê belê niha li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihand.
Bi wesîleya rewşa lezgîn ji welatên endamên WHO’yê tê xwestin ku bi tedbîrên hevpar bi hev re tevbigerin. Lê belê qedexeya ger û geştê yan jî bazirganiyê ya bi Çînê re ne di rojevê de ye.
WHO’yê beriya niha di sala 2019’an de li Kongoyê û di sala 2014’an de jî li gelek welatên rojavayê Efrîkayê ji ber şewba Ebolayê rewşa lezgîn ragihandibû. Di sala 2016’an de ji ber şewba Zîka ya li Başûrê Emerîkayê, di sala 2014’an de ji ber vîrûsa Polîo û di sala 2009’an de jî ji ber vîrûsa H1N1 a ku weke “şewba berazan” jî dihate binavkirin rewşa lezgîn hatibû ragihandin.
NAVENDA NÛÇEYAN