
Di konserê de stanta kampaniye îmza kom kirinê ya ji bo derketiya bingehên eskerî û îstixbaratî yê Tirkiye ya Herêma Kurdistanê jî hate vekirin.
Komkujiya Roboskiyê şermezar kirin
Canê: Berpirs AKP û hevkarê wê ne
Hûnermend Canê diyar kir ku, ev komkujiya li gundê Roboskiyê ya Qilaban ne bûyera yêkemîne ne jî wê bibe ya dawî û got, “Hemû dewletên desthilatdar yên Rojhilat û cîhanê li dijî Kurdan dest dane hev. Ev komkujî hevpar hatiye kirin. Bi destê DYA, Îsraîl dewleta Tirk pêk hatiye. Di serîde DYA, NY, YE û Îsraîl berpirsyarê vê komkujiyê ne.
Îbrahîm: Pêwîste em serî rakin
Hûnermend Bilind Îbrahîm jî bertekên xwe anî ziman û wiha got. "Komkujiya li Roboskiya Qilaban pir girane. Em hêvî dikin ku mafê wan gelên me yên ku hatin qetilkirin bi tekoşîna gelê Kurd bên standin. Pêwîstê hemû rêxistin û dezgehên Kurdan li dijî wan dijminatiyan serî rakin û helwestêk tund nîşan bidin. Divê hemû barêgehên leşkêrî yên Tirk û saziyên Tirk ji bajarên Kurdan bên derxistin."
Kawa: Dixwazin gele Kurd tune bikin
Hûnermend Kawa jî komkujî wekî komkujiya Helepçeyê binavkir û wiha got: “Komkujiya Qilabanê wek komkujiya Helepçeyê ye. Ev diyare ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdane. Lazime em encamek mezin ji vê komkujiyê derxin. Divê Kurd helwestek dîrokî nîşanî vê yekê bidin. ”
Melek: Divê Kur bibin yek
Hûnermend Melek jî aşkere kir ku, dewelat Tirk ji sedî sed dixwaze Kurdan tune bike û wiha got, “Dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne. Di nav Kurdan tirs û xof çêbike. Bila gelê Kurd êdî dijî wan hovîtiyan bêdeng nemînin û netirsin. Lazime hêj zêdê tekoşîna xwe bilind bikin. Bila Kurd serê xwe rake. Divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike."
DÎHA/HEWLÊR