
EREM KANSOY/REQA
Hevalê Çiya berpirsiyar e ku ji bo şervanên li bereya şer a Reqayê re xwarinê amade bike. Ew sê danan jî ji bo 7 hezar şervanî nan çê dike û dibêje, “Rojana em du ta sê caran xwarinê çêdikin. Taştê ye, firavîn e, û êvarî jî şîv e. Sibehan taştê ye, em tiştên weke mortadella, konserve filan dişînin. Nîvrojê, wekî firavînê birinc e, savar e, goşt e, em çê dikin. Lê êvarê weke şîv, em mirîşkê sorkirî, petate, sîr, ji bo li ser havala sivik bin yanî, em wan çê dikin. Da ku xwarin ne giran be. Em xwarina zêde nadin hevalan da ku heval kîlo negirin. Em rast bibêjin. Da ku heval xwariina giran jî nexwin, lewma di warê sihetê de ne baş e ji wan re. Ji wî alî ve em tim xwarina sivik çêdikin, rûnê wê em hindik çêdikin.”
Em ji zarok û hevalên xwe re dixebitin
Heval Çiya westan û zehmetiyan tine dihesibîne ji ber ku, “Em rojane, her roj saet diduyê sibehî şiyar dibin û heta 6-7´ê êvarê dixebitin. Em bi giştî 30 kes in. Hemû welatparêz in. Ji bajêr in, ji taxa Serêkaniyê ne. Em hemû ji taxa Serêkaniyê hatine vir. Em ji heft hezar şervanan re nan çêdikin, dinyak qewet e.”
Heval Çiya li xwe mikur tê dibêje, germa havînê ji bo wan tab û zehmetî ye, lê dîsa jî weha dewam dike: “Welehî ya ku herî zêde me diwestîne, ya rastî dema hewa germ be zehmet e. Lê herçî ked û karê me ye, em bi dilê xwe dikin. Ji bo hevalên xwe dikin. Em hatine, em insanê welatparêz in, zarokên me ne, giş li pêş in. Hevalên me ne, zarokên malbatên şehîdan in. Em hatine vir ji bo xatirê welatê xwe biparêzin, erda xwe, xaka xwe biparêzin.
Ferqî li cem me nîne
Ji bo ku hestên xwe jî îfade bike, Heval Çiya îşaret bi pirrengiya hêzên şervanên QSD´ê dike û dibêje, “Em Kurd in. Ê me, ferqî li cem me nîne, Ereb be, Xiristiyan be, Êzîdî be, pirsgirêk li cem me nîne. Em çawa wekî zarokekî di nava vê partiyê de kar dikin. Wekî çivîkekî em kar dikin, ji bo welatê xwe, hevalên xwe, miletê xwe û ji bo hemû Rojava. Yê ku ji Rojava hez dike bila were bibîne, ka Rojava çawa ye. Em zarokên vê partiyê ne, em ji hemû hevalan re kar dikin. Cihê şer li ku dibe bila be, em ê biçin wir. Şer li ku be em dikarin herin xwarinê bidin hevalên xwe. Em naxwazin hevalên me birçî bibin, biwestin. Heger hevalek biweste jî, tişta ji destê me bê em dikin.”