Xwendekarên beşên Dîrok û Sosyolojiya yên Akademiya Mezopotamiya ya zanistên perwerdehî, bi boneya bi dawîbûna werza yekemîn a xwendinê, li Akademiyê şahiyek organîze kirin.

Di şahiyê de, xwendekarên hemû beşên Akademiyê û Akademiya Celadet Bedirxan a Dîrok û Wêjeya kurdî jî, amade bûn.

Di şahiya ku bi rêzgirtin destpê kir de, xwendekara bi navê Medya Ebdilselam axivî. Medya bi xêrhatina hemû beşdaran kir û bi dawîbûna werza yekemîn a xwendinê li Akademiyê, li xwendekaran pîroz kir.

Piştî axaftinê koma muzikê ya bi navê Sazkar a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya  Mihemed Şêxo, derket  ser dike û bi stranên xwe, coş li  nava xwendekaran belav kir.

Xwendekaran jî li ser dengê stranan bi kêfxweşî govendên folkorî gerandin. 


 QAMIŞLO