
Ciwanê Tirk Ahmed Denîz dibêje ku wî neheqiya ku li gelê Kurd tê kirin dîtiye û ji ber vê yekê hatiye Kobanê. Denîz got ku zulma li ser gelê Kurd ne nû ye û wiha got: “Lê êdî zulma li Kobanê hate kirin bû sedem ku kêr bigihîje hestî. 3 hefte berê ez jîji ber vê yekê hatim Kobanê û tevlî berxwedanê bûm. Denîz ji ciwanên Tirk xwest ku ji bo gelê Kurd fêm bikin divê li Kurdistanê bigerin.
Sedema êş û azaran bêdengî ye
Denîz di nameya xwe de wiha bang li dewlet û gelê Tirk kir: “Ez dewleta Tirk vedihewînim hestiyariyê û bang li ciwanên Tirk dikim ku li hemberî vî şerî bêdeng nemînin. Êdî dema bi dawîkirina vî şerî hatiye. Ez ji ciwanên Tirk dixwazim ku bajarên Kurdistanê yên wek Amed, Wan, Colemêrg, Riha, Şirnex, Dêrsim, Erzirom, Sêrt û yên din bigerin. Ez bawerim hinga dê maf bidin min. Bajarên Kurdan di bin dagirkeriya dewleta me ya Tirkan de ye. Dewletê mirov, erdnîgarî, çand, aborî, pêşeroj, mejî û her tiştê wê herêmê dagirkiriye. Nasname û zimanê vî gelî hate qedexekirin û em bêdeng man. Lewre bi me dabûn hînkirin ku gelê Kurd dijmin e. Ji ber em li hemberî êş û azarên Kurdistanê bêdeng man, her ku çû ev êş mezintir bûn. Hê jî em bêdeng in. Perdeyek berdane ser çavên me û em gelê Kurd nabînin. Êdî divê em xwe ji vê bêdengiya mirinê rizgar bikin. Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî ku ev 12 sal e desthilatdar e, ji me re dibêje pirsgirêkên Kurdan çareserkiriye. Lê Erdogan û AKP wê perdeya li ser çavê me sitûrtir dike. Bi vê perdeyê em gelê Tirk jî her ku diçe xizantir dibin. AKP sermaye û dewlemendan mezintir dike, xizanan jî xizantir. Fatoreya vî şerî jî ji me re derdixin. Ez ji van kirinan re dibêjim ‘êdî bes e’. Ez wek ciwanekî Tirk ji ber ku niha di nava vê şoreşê de me pir kêfxweş im. Lewre ez li vir bi hevalan re nan dixwim, dikenim, mehzûn dibim, dilîzim û di heman kozikê de şer dikim... Ez bang li ciwanên Tirk dikim; bila hay li lîstikên AKP, CHP û MHP’ê hebin. Kurd, Tirk, çerkes, Ereb, sunni, elewî, şiî em tev xwişk û biran e. Werin em lanetê li vê pergala ku me bi hev dide qirkirin bînin. Ji bo avakirina pêşerojeke azad em bi hev re têbikoşin. Ji bo jiyan û cîhaneke azad em têbikoşin.”
‘Erdogan li Kobanê şerê çi dike?’
Denîz di dawiya nameya xwe de bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: “Tirkiye li hemberî statuya gelê Kurd a Rojava şerek daye destpêkirin. Tu li Kobanê şerê çi didî meşandin. Tu li hemberî statuya gelê Kurd û bindest şer dikî. Ev piştgirî û alîkariya tu didî çeteyên DAIŞ çi ye? Tu wê piştgiriyê bi baca ku wek xeracê ji me digirî dikî. Ev agir dê te jî bişewitîne; lê wisa dixuye tu dixwazî bi vî agirî welat jî bişewitînî. Lê ez bawer dikim ciwanên Tirk dê benzînê li vî agirê te nekin.”
Ciwanê Ereb ê ji Minbicê ye Heyder Şêx ku ev 4 meh in di nava refên YPG’ê de ye jî diyar kir ku DAIŞ dixwaze gelê Kurd û Ereb ji hev re bike dijmin. Heyder Şêx ji gelê xwe xwest ku li hemberî van lîstikên encama wan giran hişyar bin û wiha got: “Heya îro dewletên Ereb ku hatine damezirandin ji bilî êş û hesirên çavan tu tişt nedane me. Em gel xwişk û birayên hev in. Gelên Kurd û Ereb bi sedan salan e li ser heman erdnîgariyê jiyane. Îro bi taybetî hin hêz dixwazin Ereban li hemberî gelê Kurd sor bikin û di navbera gelan de şerekî bidin destpêkirin. Divê gelê Ereb neyê van tehrîkan. Li Rojhilata Navîn ji 20’an zêdetir dewletên Ereban hene. Van dewletan heya îro ji bo Ereban çi kiriye gelo? Niha jî çeteyên DAIŞ derketine peyasê. Ev dê çi bikin? Divê gelê Ereb hay ji van lîstikan hebe û têkiliya bi Kurdan re xurtir bike. Ji bo me modela herî bi xêr xweseriya demokratîk e. Li Rojhilata Navîn ji bilî vê pergalê her pergal dê sefalet û êşê bîne. Em parastina Kobanê dikin. Li Kobanê ne tenê gelê Kurd; Ereb, Tirkmen û ermenî jî dijîn. Ev der mala gelan a hevpar e. Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin vê mala me dagir bikin. Em li hemberî hêzên ku dixwazin gelan ji hev re bikin dijmin şer dikin.”
ABDURRAHMAN GOK / ERSÎN ÇAKSÛ / DÎHA/KOBANÊ