Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi minasebeta Cejna Qurbanê çû Îmraliyê. Mehmet Ocalan, diyar kir ku Ocalan li ser mijara Bakur û Rojhilatê Sûrî gotiye; “Çareserî ne şer e, çareserî aştî ye û mesele bi rijandina xwîna mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne.”
BARIŞ POLAT / MA / RUHA
Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, bi minasebeta Cejna Qurbanê di 12’ê Tebaxê de çû Grava Îmraliyê û Ocalan ziyaret kir. Mehmet Ocalan herî dawî di 5’ê Hezîranê de ji bo Cejna Remezanê çûbû Îmraliyê û Ocalan li Îmraliyê ziyaret kiribû.
Mehmet Ocalan ji sala 2016’an heta niha tenê 3 caran çû Îmraliyê û bi Rêber Ocalan re hevdîtin kir. Mehmet Ocalan, di hevdîtina dawî ya cejna Qurbanê de nêzî saetekê hevdîtin kir. Mehmet Ocalan diyar kir ku divê malbat ne tenê ji cejnê heta cejnê, her ji 2 hefteya carekê destûr biçe Îmraliyê û bi girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin bikin û wiha got: “Mafê me yê hevdîtinê ji destê me tê girtin. Piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi sînor be jî hin maf hatin naskirin. Sala 2019’an saleke nayê ji bîr kirin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe bi hezaran girtî ketin grevê û di çalakiyên grevê de 9 ciwanan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.
Mehmet Ocalan têkildarî naveroka hevdîtina xwe ya dawî axivî.
Tazî kontrol kirin
Mehmet Ocalan agahî da ku ziyareta li Îmraliyê saet di 13.00’an de li saloneke biçûk pêk hat û wiha axivî: “Em 2 caran kontrol kirin. Awayê kontrolê nayê qebûlkirin. Li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Em tazî kontrol kirin. Em mirov in û ev hevdîtin mafê me yê qanûnî ye. Ez 68 salî me û ez tazî kontrol kirim. 20 salin ez di vê rêyê de diçim û têm. Min baş nas dikin. Em bi awayekî krêt hatin kontrolkirin. Ev awayê kontrolkirinê nayê qebûlkirin.”
“Ne li benda we bûm”
Mehmet Ocalan, qala kêliyên hevdîtina bi Rêber Ocalan re kir û weha got: “Di her hevdîtinê de min li derî dinerî. Vê carê xwestin ez berê xwe biguherim. Dema Serok hat ez li wî zîvirîm û me destê xwe da hev. Ji min re got ‘Ez ne li benda we bûm’ Wekî ku em tesadufî hatibin. Min got parêzeran gotiye hûn dikarin di roja duyemîn a cejnê de biçin ziyaretê. Ocalan ji min rojeva welat pirsî. Min got 3 rojev hene. Mijara sereke mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Mijara duyemîn Operasyona Pençe ye, ya sêyemîn jî pirsgirêkên li saziyan in. Dîsa zora li ser gel e. Min got gel tenduristiya te meraq dike. Wî jî got ‘Tu min dibînî.’ û bersîv da min.”
“Silav li eşîrên Ereb û gelên li wir”
Mehmet Ocalan, diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye weha gotiye: “Ev tişt bi şer nabe. Wê hem Tirkiye zerarê bibîne û hem jî gelên di nava hev de dijîn wê zerarê bibînin. Ev tişt bi şer nabe. Divê aştî pêk bê. Ger ku Tirkiye têkeve axa Sûriye ew jî nabe çareserî. Ya rastî ew e ku şer ji bo gelan tiştekî baş nîne. Ez 20 salan li Sûriye mam. Ez gelê wir baş nas dikim. Ez eşîrê ereb ên li wir baş nas dikim. Têkiliyên min hebûn. Silavên min li eşîrên ereb û gelên li wir bike. Pirsgirêk divê bi demokrasiyê çareser bibe. Tu carî bi şer pirsgirêk çareser nabin.”
Divê li şûna şer aştî hebe
Mehmet Ocalan, anî ziman ku Ocalan bal kişandiye ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha gotiye: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em rol û erka xwe pêk tînin. Operasyona Pençe tê wateya şer. Tevger şer e. Ev mesele bi rijandina xwina mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne. Em ê her dem li dijî şer bin. Divê li şûna şer aştî hebe. Tirkiye bêyî herêma Federe ya Kurdistanê nikare bi ser bikeve. Bêyî herêma Federe ya Kurdistanê tevger wê pir zor be. Ev tevger wê derbê li yekîtiya gelê Kurd bixe. Divê her kes ji bo yekîtiya gelê Kurd di nava liv û tevgerê de be.”
Divê xizmetkarê vî gelî bin
Mehmet Ocalan peyama Rêber Apo ya ji bo HDP’ê jî ragihand û got: “60 wekîlê wan hene. Di vê hilbijartinê de şaredarî jî stendin. Min cara din jî got. Ger ku ez li derve bûma, min wê kolan paqij kiribûna. Divê wekîl 24 saetan di nava gel de bin. Partî saziya herî mezin a demokratîkbûnê ye. Divê xizmeta gel bike. Gel vîna xwe teslîmî wan kiriye. Ew jî divê xizmetkarên vî gelî bin.” Mehmet Ocalan, herî dawî anî ziman ku Ocalan Cejna Qurbanê ya tevahî Gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û alema Îslamê pîroz kiriye.