
Kurd, ji bo yekîtiya ziman ava bikin û rê li pêşiya polîtîkayên başaftin, înkar û îmhaya ziman ku bi hezar salan de didome bigirin, yekem car Konferansa Neteweyî ya Zimanê Zikmakî pêk tînin. Konferansa ku di 2-3-4'ê adarê de pêk bê dê li Salona Konferansêya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn pêk bê. Konferans dê di pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê de pêk bê. Li gel rêveber û nûnerên Enstîtuya Kurdî, Komîsyona Ziman a KCD'ê, Niviskarên Komeleya Kurd û gelek zimanzan û pisparên ziman ku ji Sûriye, Iraq, Iran û Ewropayê bên dê zêdeyî 200 kes amade bibin. Dîsa gelek zimanzanên ne Kurd ên li ser ziman lêkolîn kirine jî dê beşdar bibin.
Pêwistiya polîtîkaya hevbeş
Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, anî ziman ku armanca wan yekîtiya siyaseta ziman ava bikin û pirsgirekên ziman çareser bikin. Zorooglu, da zanîn ku dixwazin yekîtiya zimanê neteweyi ava bikin û wiha got: "4 mehin KurdÎ DER, KCD, Enstîtuya Kurdî, TZP-Kurdî Komeleya Nivîskarên Kurd li ser vê konferansê xebatê dimeşînin. Em dixwazin rêxistinbûna ziman ava bikin û yekîtiya ziman pêş bixin. Dê zêdeyî 200 akademisyenî tev li konferansê bibin. Kurd di cîhanê de yekem car Konferansa Neteweyî ya Kurdî pêk tînin. Konferanek dîrokî û pir bi wate ye."
Pêwistiya alfebeya hevbeş
Rêveberê KURDÎ-DER'ê Mehmet Şahîn jî anî ziman ku bi vê konferansê armac dikin ku ji bo pêşeroja ziman alternatîfekê ava bikin û pirsgirêken ziman çareser bikin. Şahîn, da zanîn ku dixwazin li ser yekîtî û hevpariya ziman lihevhatinekê pêk bînin û hewl bidin ku hemû alî hev fam bikin û astengiyên li pêş ziman ji holê rakin û wiha got: "Kurd li ser 4 perçeyan dijîn. Têkiliyên civaken Kurd û zimanê wan ji hev qut bûye. Ziman û alfebeya wan ketiye bin bandora welatên ku lê dijîn. Ji ber perçebûna axa Kurdan zimanê Kurdan û alfebeya Kurdi jî perçe bûye."
Bingeha bikaranina zimanê hevpar
Şahîn, destnîşan kir ku ji ber axa Kurdan perçe bûye zimanê Kurdan jî perçe bûye û ev konferans dê bi yekîtiya alfebeyê bingeha bikaranîna hevbeş a ziman ava bike. Şahîn, bilêv kir ku bi xebaten akademîk ên li ser ziman ji bo pêşeroja ziman mîsoger bikin dê biryarên girîng bistînin. Şanîn li ser dewlemendiya zimanê Kurdî jî rawestiya û wiha pêde çû: "Zimanê Kurdî ji ber ku zimanekî dirokî û qedîm e ji aliyê çand, wêje û şaristinê de jî pêş ketiye. Bê hêjmar berhemên wêje, çand, dîrok û aliyên din hene. Li ser 4 aliyan polîtikayên bişavtina ziman tên meşandin. Ji niha û şûnde ji bo ziman di qada çand, wêje, nivîskî û devkê pêş bikeve em dê niqaşan bimeşînin.
Ji zimanzan û akademîsyenên ziman çend kesên ku tev li konferansê bibin wiha ne: Prof. Dr. Michiel Leezenberg, Prof. Dr. Cafer Şeyholîslamî, Felakettin Kakeyi, Îzettin Mustafa Resûl, Mezher Xaliqi, Namik Hawrami, Samî Tan, Zana Farqin û Mihamed Malmisanij.
ÎSHAK DURSUN - DÎHA/AMED