
Di konferansê de li ser navê PJAK serokê partiyê Ebdurrehmanê Hacî Ehmedî û nûnerên Tevgera Demokratîk a Yarsan, Komeley Yeksanî Kurdistan, Partiya Serbestiya Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Platforma Zagros, Civaka Aştî û Pêşdeçûnê li Kurdistanê CAPEK, Rêxistina Xelk a Kurmancên Xorasanê, Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê, Kurdosayd WATCH, Platforma Jinên Kurdistanê, Komeleya Dayikên Kurd li Swêd axivîn.
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî peyamek bi dîmen ji kombûnê re şand, pêkhateyên kombûnê silav kir û bal kişand ser rewşa şer a li Rojhilata Navîn.
Der barê encama konferansê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û daxwazên ji konferansê derketine rêz kir.
Di daxuyaniya KNK'ê de hat ragihandin ku Şêwra Neteweyî de bi berfirehî axaftin li ser rewşa sîyasî, civakî û çandî, astengiyên li pêşiya xebat û tekoşîna neteweyî û niştîmanî li Rojhilatê Kurdistanê û Xoresanê, hate kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di konferansê de bi taybetî li ser girîngiya pêwendiyên navbera partû û aliyên li Rojhilatê Kurdistanê hatiye rawestîn û ji bo afirandina yekitiya neteweyî bal hat kişandin ser pêkhatina diyaloga di navbera hêzên siyasî û kesayetan de.
Daxwazên şêwra neteweyî
KNK'ê diyar kir ku konferansê de li dû gotûbêjeke têr û tijî beşdaran pêşniyar ji bo pêşeroja xebat û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê û Xorasanê pêşkêşî dîwan û komûnê kirine.
Li gorî daxuyaniya KNK'ê daxwaz û pêşniyarên konferansê derketine ev in:
1. Şêwira Neteweyî bi cidî li ser diyalog û beramber qebûlkirinê gotûbêj kir. Herwisa tekez li ser peywendiyên di navbeyna partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê jî kir û yekdengî ji bo pêkînana stratejiyeke neteweyî li wî beşê Kurdistanê weke pêwîstîyeke zanî.
2. Beşdaran pêdagîrî li ser hindê kirin ku tixûbên destkir yên di navbeyna parçeyên Kurdistanê da nebine asteng li pêş yêkîtî û destekdana neteweyî.
3. Pêwîst e hemû partî û rêxistinên rojhilata Kurdistanê bi hisên berpirsyariya neteweyî nêzîkî hevdu bibin.
4. Ji ber ku parçeyên Kurdistanê kûratiya stratejiya hevdu ne, pêwîst e her beşekî Kurdistanê li hember parçeyên din berpirsyariya xwe pêkbîne û alîkarê parçeyên din be û xetên sor ên neteweyî biparêze.
5. Ronakbîr û nivîskarên Rojhilatê Kurdistanê çalaktir beşdariya avakirina yêkîtiya neteweyî bin. Ew dikarin rolên mezin û bi bandor li ser karên siyasî û kultûrî û civakî yên civaka Kurdistanê bibînin.
6. Xebata kultûrî û civakî ya hundirî ya Rojhilatê Kurdistanê û derveyî welatî giringî pê bête dan. Peywendiyên di navbera hundirê Kurdistanê û Kurdên derveyî welatî xurt bikin.
7. Pirsa jinan li Rojhilat wekî pirseke giring îhtimam pê bête dan. Rola jinê di di nava civakê da bête pêşxistinê. Zulm û zora sîstematîk ya dijî jinê bête binbir kirin.
8. Karkirin ji bo tevlêbûna zêdetir ya rêxistinên sivîl û hemû organên çapemeniyê û raya giştî ya li rojhilatê Kurdistanê.
9. Berbelavbûna madeyên hişbir (Tiryak) û mutatbûna ciwanên Kurdistanê rê li ber bête girtinê û siyaseta rejima Îranê ya di vî warî da bête şermezar û riswa kirin.
10. Xebat û tekoşîna neteweyî li nav Kurdên Yarsan, Lor û Xorasanê bête xurt kirin.
11. Rejima Îranê siyaseteke dumoraliyê dimeşîne, li derve rûyekî nîşan dide û li nav xwe li Îranê jî siyaseta tepeserkirin, îşkence, îdam û asîmîlasyonê peyrew dike. Ji bo aşkera kirina rûyê rast ê rejima dagîrker ya Îranê, pêwîstî bi karê siyasî û diplomasîyê yê hevpişk heye. Ji bo vê meremê jî hewil bête dan ku konferanseke navneteweyî ya taybet bi rojhilata Kurdistanê ve girêdayî li parlementa Ewropayê bête pêkînan.
12. Ji bo pêkînana civakeke demokrat û azad li Îranê , xebata hevpişk ya gelên li Îranê û pêkhateyên etnîkî yên rojhilata Kurdistanê bêne xurt kirin.
13. Berdewamiya xebat û tekoşanê ji bo wê yêkê ku di pêşerojê de konferanseke berfirehtir bi beşdarî kirina hemû aliyên siyasî û sivîl yên Kurdistanî, taybet bi rojhilatê Kurdistanê ve girêdayî bête kirin. Ji bo vê meremê jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi hevkar,ya çend endamên beşdarî vê kombûnê bûne, komîteyek ji bo dûvdaçûna pêşniyar û daxwazên şêwira neteweyî pêkîna.
BRUKSEL