Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partiyên Kurdistanê ya di bin banê KNK´ê de kar dike, biryar dabû ku 5 û 6´ê Kanûnê meşeke dirêj a ji Lozan ber bi Cenevê ve ji bo yekîtiya neteweyî, diyarkirina helwêsteke neteweyî û parastina Rojava li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk organîze bike. Komîteyê ji bo çalakiyên li seranserê dinyayê yên 7´ê Kanûnê jî biryar dabû. Defend Rojava ya ji 75 partî û saziyên Kurdistanî ava jî van meş û çalakiyan di pratîkê de organîze dike. Endamên Komîteya Dîplomasiya Hevbeş û nûnerên partî û saziyên Kurdistanî yên di Platforma Defend Rojava de ji bo beşdariya li meşa dirêj û çalakiyên 7´ê Kanûnê bang li kurdistaniyan û dostên wan kir. Wan her wiha xwest yekîtiya neteweyî ya ku xwe di nava xelkê de daye der di asta partiyên siyasî de jî pêk bê û ji bo parastina gelê Kurd li dijî qirkirinê veguhere mekanîzmayeke dewamî.

Em rê nedin Sykes-Picoteke nû

Eymed Nûrî Elî nûnerê Partiya Şûî (Komunîst) a (Başûrê) Kurdistanê jî di komîteyê de cihê xwe digire. Ji bo beşdariya li meşa dirêj û çalakiyan ew dibêje, “Ez hêvî dikim gelek Kurd ji temamê Ewrûpayê beşdar bibin da ku mafê me yên rewa yên li her çar parçeyên Kurdistanê li wir bidin bihîstin. Wiha diyar e ku statuyeke nû ya mêhtingeriyê weke pîlan heye, çav li birina serî ya Sykes-Picoteke nû ne. Ji ber wê jî dixwazin doza Kurd dîsa nebînin, ji bîr bikin. Ji ber wê jî ez hêvîdar im miletê Kurd hemû, tevî cihêtiyên xwe û pêkhateyên xwe hemûyan karibe beşdar bibe û li welatên mêhtinger karibe doza xwe ya rewa îfade bike, nexasim li Cenevê.”

Dirûşma sereke ´Rojava biparêze´ ye

Nûnerê Tevgera Gorran Mîran Salih Mîrawdelî jî wiha bangê li xelkê dike da ku beşdarî çalakiyan bibin: “Ez bang li temamê Kurdistaniyên li Ewrûpa dikim ku 5-6´ê kanûnê beşdarî meşsa dirêj bibin a ji Lozanê ber bi Cenevê ve. Ez hêvîdar im her Kurdê li her derê karibe beşdar bibe. Ji ber ku ev pirseke neteweyî ye, ev ji bo parastina Rojava ye. Dirûşma me ya sereke jî “Rojava biparêze” ye.

Em bibin dengê Şoreşa Rojava

Nûnerê rêxistina PSDK´ê ya Ewrûpayê Bavê Narîn jî gotinên strana Şervano bi bîr dixe, dibêje, dêûbav êdî bi stran û dîlanan şehîdên xwe dispêrin axê; û wiha dewam dike: “Ji bo ku em piştgir bin ji wan şehîdan re, lazim e em li seranserê dinyayê li dijî dewleta Tirk a faşîst, em Kurdistanî divê dakevin kolanan. Em weke PSDK´ê, rêxistina Ewrûpa bang li Kurdistaniyan hemûyan dikin ku dakevin kolanan. Em jî beşdarî meşa 5-6´ê Kanûnê ya ji Lozanê heta Cenevê bibin. Di 7´ê Kanûnê de jî em li seranserê dinyayê em dakevin meşên piştgiriya Şoreşa Rojava û rûreşiya Erdogan bi dinyayê bidin xuyakirin.”

Endama KNK´ê Ronak Ehmed jî nexasim girîngiya çalakiyan û meşa dirêj ji bo parastina Rojava îfade dike û dibêje, “Ji 5 ta 6´ê Kanûnê ji Lozan ber bi Cenevre ve meşeke dirêj em organîze dikin. Ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê lazim e her Kurd piştgiriya vê doz bike. Li dijî qirkirina miletê Kurd jî divê ev yekîtî û karê ji bo wê dewam bike.”

 
 

Li dijî dagirkeriya qirker yekîtî

 

Li ser navê Yekîtiya Êzîdiyên Sûrî jî ku nûneriya wê di nava KNK´ê de heye bangek hat kirin û hat gotin: “Em bang dikin ji bo beşdariya meş û çalakiyên  5, 6 û 7´ê Kanûnê. Bi helwêsteke tifaqa Kurdistanî weke ya di nava gel de, em jî weke siyasetvan bên cem hev. Dagirkerî êrişî Rojava dike, li Rojhilat raperîn heye, miletê me tê kuştinê. Metirsî li ser Başûr jî heye. Em bang li sazî, rêxistin, partî, rewşenbîr û hunermendan hemûyan dikin ku tevî hevalbendên xwe li her şûnekê çalakiyan li dar bixin. Û em hewl bidin Kurdistaneke azad ji bo her çar parçeyên Kurdistanê di sedsala 21´ê de ji bo gelê me misoger be.”