Di çarçoveya serdana Fermandara Hêzên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah a welatên Ewropa û beşdarbûna wê ya 7’emîn konferansa ewlekariyê ya dewletên nîvê Ewropa ku li paytexta Komara Çekê Piragê tê lidarxistin de, xelata parastina niştimanî ya Komara Çekêî wergirt. Nesrîn Ebdullah ji aliyên fermî û sivîl ên welatê Komara Çekê ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Nesrîn piştî ku ji aliyê Serokê 7 kantonên Komara Çekê birêz Michaell Hashak ve hate pêşwazîkirin xelata Parastina Niştimanî ya Komara Çekêî ji wî wergirt. Xelata Parastina Niştimanî ya Komara Çekêî ji bo girîngtirîn kesayet û rêxistinên navnetewî ku rola wan di rizgarkirina welatên wan de girîng bû û ji bo azadî û demokrastiyê li ber xwe dane, salê carekê tê diyarkirin. Ev xelat bi taybet ji aliyê dayîkên aştiyê ku zarokên wan di şerên niştimanî de şehîd ketine ve hatiye çêkirin.
Haşak got: “Diviyabû beriya ku rêveberên Rojavayê Kurdistanê serdana welatê me bikin, me serdana wan li Rojava kirbûya. Lê mixabin derfetên me derneketin û em bi hatina we gelekî serbilind in û bejna xwe li hemberî berxwedana we ya dîrokî ditewînin.”
Li ser navê YPG-YPJ spasî
Li aliyê din Nesrîn Ebdullah li ser navê hêzên YPG’ê û YPJ’ê spasiya Serok Michael Hashak kir û wiha got: “Me li şûna hemû azadîxwazên cîhanê li dijî terorê şer kir û em hênajî şer dikin.” Nesrîn derbarê berxwedana li Rojava jî diyar kir ku ew parastina hemû pêkhateyên Rojava dikin û ti carî netew, ol û baweriya wan di berçavan re derbas nakin û wiha domand: “Em parastina nirxên azadî û demokrasiyê dikin û jiyana hevbeş û biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên herêmê de diparêzin.”
Nesrîn Ebdullah her wiha bi Serokê Partiya Rastgir a Azadîxwazên Komara Çekê û Endamê Parlemanê Ewropî Pîter Max re civiya. Hate ragihandin ku Max civîna xwe ya Strasbourg a Firansayê ji bo bi Nesrîn Ebdullah re bicive, betal kir. Max dilsozî û piştgiriya xwe bi hêzên YPG’ê û YPJ’ê re anî ziman û diyariyeke sembolîk radestî Nesrîn Ebdullah kir. Pîter Max di hevdîtina xwe de diyar kir ku dema alîkarî û piştgiriya hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi durişme û daxuyaniyan bi dawî bûye û divê tevahî cîhan bi awayekî ciddî alîkariya van hêzan li dijî terorê bikin. Fermandara Hêzên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah jî ji aliyê xwe ve Serokê Partiya Rastgir a Azadîxwazên Komara Çekê Pîter Max spas kir.
PRAG