Zara Mihemed (Zara mohamedî) mamosteyeke Kurd a zimanê Kurdî ye li Rojhilatê Kurdistanê. Ew li Sinedersên Kurdî dide şagirtên xwe. Ji ber vê yekê jî hatibû destgîrkirin û heta niha jî aqûbeta wê nediyar e. Dema ku hatibû destgîrkirin, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya Navenda PENa Kurd gotibû, Zara Mihemed mamosteyek dilxwaz a zimanê Kurdî bû û bi hinceta ku zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê kirine, hatiye destgîrkirin. Niha ji bo zanîna aqûbeta Zara Mihemed û serbestkirina wê li ser medya civakî kampanya tên birêvebrin bi nîşana #Zara_Mohammadi çawa ku doh êvarê jî twitterstormek hat kirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN