Armanc fêrkirina ziman û çandê ye
Ozbay, diyar kir ku xwesteka şêniyên taxê ew bû ku bi xabateke wiha zarokên xwe ji nava kuçan bidin kom bikin û ji hînbûnên xîrabe bidin parastin. Ozbay, anî ziman ku li ser pêşniyara hemwelatiyên taxê dest bi xebateke wiha kirine.
Her wiha Ozbay bilêv kir ku bi vekirina Mala Lîstikê û zarokên ku tên wê bi lîstikan zarok fêrî çand û zimanê xwe bibin û wiha domand: "Lîstikên ku me amade kiriye tev jî bijartine hilbîjartî û ji nava civakê ye. Bi wan lîstikan zarok fêrî nasnamaye xwe dibin, bi zimanê xwe bi rihetî hêstên xwe tîne ziman. Ji ber vê yekî di heremê de xabateke wiha ji bo zarokên kurdan gelek bi derengî ketine divê gelek zûtir hatibûya çêkirin."
Ozbay, di axaftina xwe de bal kişand ser cudatiya di navbear mala lîstikê û dîbistanên dewletê û wiha berdewam kir: "Zarokên kurdan bi salane li hember perwerdeya pergalî tên perwerdekirin û tên asîmîlekirin. Armanca me ye herî sereke ew e ku zarokên kurdan ji nava lepên bêasîltiyê derxin û bi çanda wan bidin nasin. Ji ber vê yekê jî ferqa di navbera me û dibistanên dewletê ji ev e ku em çanda civakê esas dibînin, lê wane û perwerdeya dibistanê bi rêzîknameya pergalî tên dayîn."
Ozbak, da xuyakirin ku zarok eyneya civakê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Zarok hebûnek wihaye ku eyneya malbat û civakê ye. Tu çi bidî wê/î zarokî; dê zarok eynî wiha bide te Her zaroke ku li cem me were perwerde kirin, tê wê demê di temenê herî biçûk de fêrî çand û zimanê xwe bibe. Ji bo rêveberiya xweser were ava kirin dibe ku zarok azad bin. Ger zarok azad nebin wê deme rêveberiya xweser ji nayê avakirin."
DÎHA/AMED