Meclîsa Jinê ya Sevê ya li Danîmarkayê, li Navenda Çandê ya Cîhanê ji bo zarokên Danîmarkî çalakiyeke danasînê ya bi navê “Bûyîna zarokê Kurd” û workshops li dar xist. 70 xwendekarên dibistaneke seretayî ya li navenda Kopenhagenê û zarokên li kampên penaberan tevlî çalakiyê bûn û li ser şert û mercên jiyanê yên zarokên Kurd û bandora şer a li zarokan agahî girtin. Di vê aktîvîteyê de zarokan destên xwe yên boyaxkirî dan ser afîşên bi nivîsa “Em siberoj in, em aştiyê dixwazin” û mohra xwe danîn binê aştiyê. Zarokan her wiha wêne jî xêz kirin, bi lîstika heftokê lîstin û li ber stranên Kurdî govend gerandin.
KOPENHAGEN