MEHMET HALIT ÇETÎNBAŞ / MA/STENBOL
Mamosteyê erdnîgariyê Mehmet Baran Aydin, ji bo zarokên Kurd, bi navê “Ji Bo Zarokan Cografya” pirtûkek nivîsand. Pirtûk ji Weşanxaneya Periyê derket. Pirtûk ji bo zarokên 8 ta 10 salî hatiye amadekirin û lehengên pirtûkê bi navê “Canê” û “Bager” in. Pirtûk ji diyalogên di navbera her du zarokan de pêk tê.
Aydin, diyar kir ku di dema amadekirina pirtûkê de destek ji pedagog û psîkologan girtiye. Aydin ku di dema amadekirina pirtûkê de wî mufredata perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lêkolîn kiriye û bi mamosteyên dibistanê seretayî re danûstendin kiriye. Her wiha Aydin ji bo wêneyên di pirtûkê de jî got, danûstendin bi wênesazên pirspor re kiriye.
Aydin destnîşan kir ku di warê perwerdehiya bi Kurdî de divê ji bo zarokan elaqeyeke taybet hebe û got, “Nexasim jî divê zarok di jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxivin.”
Aydin, destnîşan kir ku li her warî Kurdî tê qedexekirin û got, “Bi salan e ji bo qedexekirina ziman û çanda me zext û zorî hene. Lê berkesê vê divê em jî tim hilberînin. Divê her kes li her warî bi Kurdî hilberîne. Ez mamosteyê erdnîgariyê me û di warê erdnîgariyê de dixebitim. Divê matematîkvan di warê matematîkê, dîrokzan di warê dîrokê de, wêjevan di warê wêjeyê de hilberînin.”