Bi biryara 1ê nîsana 2014an a Qanûna Şaredariyên Mezin re dawî li statûya şaredartiyê ya Qelêşê hate anîn û avahiya şaredariyê bo Dibistana Çand û Hunerê hate dabînkirin.
Dibistana hunerî bi stran û govendê hate vekirin. Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên Erxeniyê Aygun Taşkin û Ramazan Kartalmiş beşdarî merasîma vekirinê bûn.
‘Çi pêwîst be wê bê kirin’
Hevşaredar Firat Anli, di merasîma vekirinê de axivî, bal kişand ser gundên ku dageryane taxan û wiha got, “Hemû gundên me ji bo me eynî ne. 950 gundên me hene. Her xizmeta gelê me heq dike, em ê ji bo wan bikin. Em dizanin, gelê me di kîjan şertan de dijî. Ew hêjayî xizmeta herî baş in. Gundên me jî wek Ofîsê, wek Peyasê, wek Dîclekentê, wek Surîçiyê dê werin dabînkirin. Ji bo zarokan, jinan, binesaziyê, pîrûkalan çi pêwîst be em ê bikin.”
Pêşxistina çandê esas e
Anli, weha axivî, “Ev avahî xaniyê kevin ê Şaredariyê ye. Îro jî bi ser navê Şaredariya Mezin em ê bi hev re bi kar bînin.” Anli axaftina xwe weha domand: “Ji bo zarokên xwe, ji bo zimanê xwe, ji bo çand û hunera xwe, ji bo paşeroja xwe çi pêwist be em ê bi hev re pêk bînin. Êdî lingekî Şaredariya Mezin dê li vê derê li gundê Kilêşan be. Em ê li Kilêşan xaniyê gund jî ava bikin, çi lazim be, em ê wê destekê bidinê.”
Piştî axaftina vekirinê Kişanak û Anli, ligel zarokan qurdeleya Dibistana Çand û Hunerê birî û ew vekir. Anli û Kişanak, li dibistanê geriyan û bi zarokan re lîstik leyîstin.
AMED