Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta hunerê daxe kuçeyan û bigihîne zarokan “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li dar dixe. Rojên şanoyê wê di 20’ê Tîrmehê dest pê bikin. Di bernameyan de şano, pandomîn, jonglêr û palyaço heye û dê bername li navçeyên Erganî, Lice, Karaz, Çinar, Pasûr, Bîsmîl, Silîva, Gêlê, Hezro û Pîranê pêk werin. Bername dê 7 rojan bidomin û 26’ê Tîrmehê bi dawî bibin. Destpêka bernameya li Erganî û Bîsmîlê dibe. Ji ber germahîya dinyayê bername dê saet 19.30’an de dest pê bike.
Armanc xizmeta gel e
Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Yavuz Akkuzu derbarê mijarê de agahî dan û diyar kir ku bername 7 roj in, 5 rojên wê ji bo navçeyan in. Akkuzu da zanîn ku ew bernameyên navçeyan bi hevkariya şaredariyên van deran pêk tînin û domand ji vir pê de her sal di navbera Gulan-Kewçêrê de dê gelek bernameyên wan ên hunerî hebin.
Paşî wê olana dengbêjan be
Akkuzzu got, ew ê piştî Rojên Şanoya Gerok her wiha Rojên Muzîka Gerok jî li dar bixin. Di van rojan de li gel muzîka modern ew ê cih bidin dengbêjiyê jî û aşkere kir ku ew bername jî hem dê li navenda bajêr hem jî li navçeyan bêne lidarxistin. Her wiha Akkuzu got, di bernameya wan de 2 şanoyên bi Kurdî jî hene û bi vê yekê zarok dê bielimin ku Kurdî di qada cemaweriyê de jî tê bikaranîn. Akkuzu, da zanîn ku ev bername dê li park û meydanan bêne kirin û banga tevlîbûnê li hunerhezan kir.
AMED