Parêzer Çîgdem Ertak bal bire ser binpêkirina mafan a zarokan û got: “Zarokên Kurd hê jî nikarin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin.”
Neteweyên Yekbûyî (NY) sala 1989’an Peymana Mafên Zarokan qebûl kir û 20’ê Mijdarê jî wek Roja Mafên Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Lê li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk mafên herî sereke yên zarokên Kurd binpê dike.
Weqfa Piştevaniya Koçberî û Mirovî (GIYAV) li Amedê ev 9 sal in xebatên ji bo mafên zarokan bi rê ve dibe. Parêzera GIYAV’ê Çîgdem Ertak bal bire ser binpêkirina mafên zarokan û rêvebera projeya GIYAV’ê, Funda Bahçe jî got, zarok ji ber ku zarok in mafên wan hene.
Çîgdem Ertak got, “Li Tirkiyê mafê jiyanê yên zarokan tê binpêkirin.” Wê got, Tirkiyeyê şerh daniye ser hin xalên Peymana Mafên Zarokan: “Yek ji van xalan jî mafê perwerdehiya zimanê dayikê ye. Em dibînin zarokên Kurd ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dimînin.”
Funda Bahçe ya ku projeya mafên zarokan bi rê ve dibe jî got, “Dema zarok mafên xwe hîn bûn di warê bawerîbixweanînê de jî gelek baş dibe. Zarok tenê ji ber ku zarok in, mafên wan hene. Zarok xwe bi xwe jî dikarin mafên xwe diyar bikin. Lê dem di vir de girîng e.”
MA/AMED