
Li Wanê Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat a ku ji 2015’an vir ve perwerdehiya bi Kurdî dide, berî çend rojan hat girtin, niha perwerdekarê wê ji bo qadeke perwerdehiya alternatîf peyde bikin, zend û bend badan. Dibistan bi hevkarya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) û Mala Perwerdehiyê (MAPER) li Rêya Armûşa Wanê hatibû vekirin. Yek ji perwerdekarên wê Celal Sogûk anî ziman ku, wan bi xwendekar û malbatan re hevdîtin pêk aniye û niha ji bo qadeke nû tevdigerin. Sogûk diyar kir ku, zêdeyî 50 xwendekarên dibistanê hene û got, di encama van hevdîtinan de wê biryarek bê wergirtin û wiha axivî: “Em yeko yeko bi malbatan re hevdîtinan pêk tînin. Em ê li gor pêşniyar û daxwazin malbatan alternatîfekê pêk bînin. Em ê qethiyen dev ji xebatên xwe bernedin.”
50 zarok wê niha çi bikin?

Ji perwerdekaran Cengîz Tîmûr jî diyar kir ku, beriya niha dibistan careke din jî bi fermana walîtiyê hatibû girtin û wiha peyivî: “Wê 50 zarok niha çi bikin? Piştî 2 salan perwerdehiya Kurdî dîtin, wê niha çawa bi Tirkî bibînin? Em wek mamosteyên wan, em ê wan tenê nehêlin.” ’
Li benda piştevaniya saziyan e
Tîmûr got, ji bo ew ji nû ve dibistanê vebikin li benda piştevaniya hemû saziyan e û wiha pê de çû “Em ê ji bo zimanê Kurdî yê ku 40 milyon Kurd pê diaxivin, ji bo xwe bigihîne asta akademîk û standart em ê bitêkoşin. Ji ber vê li dibistanê, li kar, li mal bi Kurdî biaxivin. Ji ber zarok li dibistana me bi Kurdî perwerde dibûn, fêmdariya wan zêde bû û beriya her tiştî heke bi zimanê dayikê bên perwerdekirin, wê serkeftîtir bin. Bila ziman qedexe nekin, ziman însanî ye.”
WAN