Desteya Jinan bi hevkariya Komîteya Jinan li kantona Qamişlo, şaxekî pêşdibistan û baxçeyê zarokan bi navê “Cîhana zarokan” li taxa El-Bişêriyê ya girêdayî bajarê Qamişlo vekir.
Pêşdibistan û baxceyê zarokan girêdayî Desteya Jinan a herêma Cizîrê ye û di Qamişlo de navenda sêyemîn e hat vekirin. Alavên pêwîst, pêlîstokên zarokan di navendê de hene, her wiha 4 odeyên bi daniştek hene. Baxceyê zarokan li taxa El-Bişêriyê zarokên ji temen 3 mehî heta 3 salî pêşwazî dikin, her wiha pêşdibistan jî ji temenê 3 mehî heta 6 salî pêşwazî dikin .
ANHA/QAMIŞLO