Ji bo zarokên Êzîdî yên ku malbatên wan ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê koçber bûn û hatin Amedê û li Tesîsên Civakî ya Fîdanlika Yenîşehîrê kampa Şengalê hate avakirin, dibistanek jî hate vekirin û li vir perwerdehiyê dest pê kir. Di dibistana ku ji 4 polan pêk tê de jibilî zarokan, ji bo mezinên ku xwendin û nivîsandinê nizanin jî perwerdehî tê plankirin. 

Di dibistana ku bi pêşengiya Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Amedê hate vekirin de jibilî mamosteya şewirmendên psîkolojîk jî cih digirin. Sekreterê Perwerdehiyê yê Sendîkayê Erkan Keskîn têkîldarî xebatên ji bo zarokên êzîdî tê kirin de agahî da. Keskîn anî ziman ku wan wekî sendîka di çarçoveya biryarên girtine de ji bo gelên Rojhilata Navîn ên bûne hedefên çeteyên DAIŞ’ê alîkarî dikin û di vê çarçoveyê de ji bo malbatên Êzîdî ên ku koçî Amedê kirine xebatên alîkariya perwerdehî û psîkolojîk didin. Keskîn destnîşan kir ku wan bi 11 mamoste û 3 şewirmendên psîkolojîk xebatên xwe didomînin û hefteyê 2-3 rojan perwerdehiya îngilizî ya bingehin didin.  Keskîn got ku şewirmendên psîkolojîk j îli konan digerin û malbatên ku ji ber şert û mercên şer travmayê dijîn re hevdîtinê pêk tînin û wiha berdewam kir: “Şewirmendên psîkolojîk zarok û jinên ku travama dijîn sewqî psîkatriyê dikin û xebat bi vî awayî didomin.”




‘Kursa muzîkê dikare bê vekirin’


Keskîn da zanîn ku şewirmendên psîkolojîk û mamoste bi dildarî dixebitin û beriya ku dest bi xebatan bikin ji bo 11 mamoste û 3 şewirmendan ewil der barê çanda Êzîdiyan de agahî dane û ev tişt anî ziman: “Hevalên me der barê çanda Êzîdiyan de agahî girtin û piştre tevli xebatan bûn. Vê yekê jî xebatên me dewlemend kir.” Keskîn bilêv kir ku li kampê amûrên muzîkê jî hene û di demeke nêz de dikarin kursa muzîkê jî vekin. 


 DÎHA/AMED