
Piştî ku hînkirina zimanê Kurdî li kantona Zurich a Swîsreyê di sala 2014’an de bi awayekî fermî hat qebûlkirin, eleqeya Kurdistaniyan a ji qursên ziman zêde bûn. Li bajarê Zurichê, bi tevlêbûna malbatên zarokên xwe ji bo sala hîndekariya zimanê Kurdî ya 2014-2015an qeyd kirine, civînek ji aliyê Komeleya Hîndekariya Kurdî hat lidarxistin.
Di civîna bi armanca agahdarkirina malbatan pêk hat de axaftina destpêkê ji aliyê rêveberiya Komeleya Hîndekariya Kurdî Kiymet Çelîk ve hat kirin.
Kiymet Çelîk bi xêrhatin li malbatan kir û pişt re mamoste Hesen Huseyîn Denîz di der barê girîngiya zimanê dayikê û çanda welêt de axivî. Piştre jî Hemşîreya dibistana Uster Susanne Sigrist di der barê weyn û girîngiya HSKê (Heimatliche Sprache und Kultur-Zimanê Dayikê û Çanda Welêt) de agahdariyên pêwîst da. Hemşîre Susanne ji ber ku tevî jineke Swîsreyî bû lê di seranseriya civînê de bi Kurdî axivî û nirxandin kir, ji aliyê malbatan ve hêjayî spasdariyê hat dîtin.
Mamosteyan xwe da nasandin
Di beşa dawî ya civînê de berendamên mamostehiyê derketin pêşberî gel û bi kinahî xwe dan nasandin, pirsên gel bersivandin. Her wiha di civînê de pirtûkên li ser ders werin dayîn ên ji bo zarokên 4-6 salî û ji bo zarokên 7-12 salî jî hatin nasandin. Pişt re pirsên malbatan ên di derbarê mijarê de ji aliyê Seroka Komeleya Hîndekariya Kurdî Nicole Weiss ve hatin bersivandin.
Civîna agahdarkirina malbatan a ku ji niha û pê de bi awayekî rêkûpêk salê carekê pêk were wê ji kongreya komeleya hîndekariya Kurdî ya her sal di meha Îlonê de tê li darxistin re bibe bingeh.
Di vê çarçoveyê de ji meha Îlonê pê de li çar bajarên cuda cuda yên kantona Zurîchê bi tevahî li 6 dibistanan wê dersên hîndekariya Kurdî werin dayîn.
Hindekariya Kurdî li Zurichê fermî ye
Bi sedema ku di destpêka sala 2014an de li Kantona Zurichê hîndekariya bi zimanê Kurdî hatibû fermîkirin, gelek malbatan serî li Komeleya Hîndekariya Kurdî dan û zarokên xwe qeyd kirin.
Heta niha tenê li kantona Zurichê ji aliyê malbatan ve qeyda 60 zarokî hatiye kirin.
Li ser vê yekê Komeleya Hîndekariya Kurdî ya ku hemû kar û xebatên hîndekariya bi zimanê Kurdî dimeşîne, dest bi gihandina mamosteyan kir ku bikaribe ji qeydên zarokan re bibin bersiv.
Qurseke bi sêzdeh kesên di warê Kurdî de bi daxwaz in û pirahî di asta zanîngehê de xwendin kirine, tev li qursa mamostehiyê hat kirin.
Qursa ku ji meha sibata 2014an de destpê kiriye û hefteyê sê saetan tê dayîn wê heta dawiya Tîrmehê bidome.
Kesên vê qursê biqedînin, wê du salan li dibistaneke Kurdî di bin çavdêriya mamosteyên Komeleya Hîndekariya Kurdî de pratîkê bikin û tecrube bigrin.
Piştî vê pratîkê ger serketî werin dîtin, wê karibin destûrnameya mamostehiyê ji Insituya Kurdî bigrin û wekî mamosteyê fermî li dibistanên kantona Zurichê dest bi hîndekirina zimanê Kurdî bikin.
Berendamên mamostehiyê ji ber ku karibin bi zarokan re çêtir bidin û bistînin, ji aliyê mamosteyên xwedîtecrube ve wê dersên taybet jî bistînin.
ZURICH
Li Amedê panela Kurdî
Lêkolîner û Nivîskar Mustafa Borak, diyar kir ku di wêjeya Kurdî de cihê dengbêjiyê gelek girîng e û heke wêjeya Kurdî hatibe astekî bilind ev bi saya dengbêjiyê pêk hat.
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê li Amedê li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn panela bi navê "Di zargotina Kurdî de gotinên pêşiyê û biwêj" li dar xist. Nivîskar Şehmuz Aslan û Mustafa Borak, rêveberên KURDÎ-DER'ê û gelek xwendekar beşdarî panelê bûn. Rêveberê KURDÎ-DER'ê Rifat Ronî di panelê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe gelek têkoşîn meşandin û wiha got: "Piştî Komara Tirk hate damezirandin şunda polîtîkayên bişavtinê li ser Kurdî hatin meşandin. Lê gelê Kurd her tim li dijî van polîtîkayan têkoşîn meşand."
Nivîkar Şehmuz Aslan jî diyar kir ku berê gelê Kurd nedikarî bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û çand û hûnera xwe pêşbixe. Aslan, anî ziman ku gelê Kurd bi têkoşînekî mezin, her çiqas zimanê Kurd nebibe zimanê perwerdehiyê jî, anîn astekî bilind. Lêkolîner Mustafa Borak jî diyar kir ku ji ber qedexeya zimanê Kurd wêjeya Kurdî pêşneket û wiha got: "Wêjeya gelê Kurd bi dengbêjiyê pêşket. Dengbêjî ji bo wêjeya gelê Kurd gelek girîng e. Heke îro wêjeya Kurdî gihiştibe asteke bilind ev yek bi saya dengbêjan e." Borak, anî ziman ku gotinên pêşiyan rastiya civakê nîşan dide û wiha axivî: "Gotinên pêşiyan bi çanda civakê derketine holê."
AMED