Koçberên ku li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê dimînin, zivistana borî ji ber kombûna ava baranê û heriyê gelek astengî dikişandin. Komîseriya Bilind a Koçberan a girêdayî Netewên Yekbûyî (NY) zivistana borî dest bi projeya amadekirina kampekê ji bo zivistanê kir. Lê ji ber rewşa hewayê ya dijwar neçar mabû ku vê projeyê demekê bide rawestandin.
Rêveberiya Kampa Newroz û komîseriyê vê carê bi hev re dest bi xebatên dewamkirina projeya kampa zivistanê kirin. Ev xebat di meha Hezîranê de hatin destpêkirin û komên xebatê, heta niha proje ji sedî 80 bidawî bûye. Tê plankirin ku di destpêka Cotmehê de de kampa nû bi temamî were amadekirin.
Ev kamp li kêleka kampa Newroz a berê, tê çêkirin. Firehiya wê 187 hezar m2 û ji 34 beşan pêk tê. Di her beşekê de 23 çadir hene. Her wiha di kampa nû de 12 xwaringeh, cihên şuştinê û du qazanên mezin ên avê hene.
Welatiyan pir êş kişand
Di destpêkê de erda ku ji bo avahiya kampê hatibû hilbijartin bi kevirên biçûk ên spî hate raxistin. Paşê toreya kenalên avê hat kişandin û xebatên kanalîzasyonê hatin kirin.
Ji rêveberên Kampa Newroz Hekîm Hacî têkildarî mijare axivî û got: “Kampa Newroz a heyî di mercên pir dijwar û di demeke lezgîn de hate avakirin. Wê demê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kiribûn û welatiyên Êzîdî koçberî Rojava dibûn. Di zivistan derbasbûyî de welatiyan pir êş kişandin.”
Hacî diyar kir ku ji bo van pirsgirêkan derbas bikin, Rêveberiya Kampê û Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’yê biryar dan ku kampeke nû amade bikin ku têde hemû pêwîstî û pêdiviyên jiyanê hebin.
Meha Cotmehê amade ye
Li gorî Hacî, kampa nû wê di Cotmehê bê de amade be, wê demê dê koçberan veguhezînin kampa nû. Ji ber ku Komîseriya Bilind a Koçberan çadirên nû peyda nekir, dê çadirên berê werin bikaranîn.
Endizyarê bi navê Şêrwan Elî ku xebatên projeyê birêve dibe dibêje: “Bidawîkirina vê projeyê kêm maye, niha cihê şuştinê, xwaringeh, qazanên avê û toreya ceyranê tên amadekirin.”
NEJBÎR OSMAN/RÊBER ŞENGALÎ/ANHA/DÊRIK