FADIL DONMA / BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, siyasetvanên sirgûnkirî, ji bo ku balê bikişînin ser çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, çalakiya nobetê li dar dixin li Brandenburger Torê. Çalakiya wan 2 roj li pey xwe hiştin.

Di nava çalakgeran de parlamenter û hevşaredarên berê yên sirgûnkirî, hunermend jî, komeke qelebalix ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan, çalakiya nobetê dewam dike li Meydana li pêşiya Brandenburger Torê. Çalakî nava rojê ji saet 13.00´an heta 17.00´an dewam dike û ji bo avakirina desteka raya giştî jî çalakiyên cihê reng jî tên organîzekirin.

Pêşî bi xwendina daxuyaniyê di serî de Elmanya, ji welatên Ewrûpayê hat xwestin ku elaqedarî grevên birçîbûnê hestiyar û berpirsiyar bin. Çalakgeran T-shirtên li ser wan wêneyên Leyla Guven heyî li xwe kir û devê xwe jî bi maskeyên serdev girtin.

Girseya çalakger bi dovîzên xwe xwest dawî li tecîrda li Îmraliyê bê anîn û tevî wêneyn çalakgerên greva birçîbûnê jî wan li meydanê meşek li dar xist. Dema ku nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ku çalakiya meşê li ber avahiya Parlamena Federal a Elman bi protestoyekê bi dawî bibûya. Siyasetvanên sigûnkirç wê îro jî nobetê bigirin.