Li Kasselê li pêşiya Şaredariyê ji bo balbirina ser berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dezgeha agahdarkirinê hate danîn.
Li Kasselê greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Omer Bagdûr û Cemal Kobanê di roja 31’ê de dewam dike.
Herdu çalakgerên grevê, pêr êvarê li pêşiya Şaredariya Kasselê dezgeha agahdarkirinê danî. Dezgeh doh jî heta 17’an li ber şaredariyê vekirî ma. Çalakgeran xelkê bajêr derheqê çalakiya xwe de agahdar kir.
ANF / KASSEL