Nûnerên partiyên Kurd ji çarparçeyên Kurdistanê dixwazin nakokiyên ji ber Zînî Wertê bi diyalogê bên çareserkirin û li şûna PDK ji PKK’ê bixwaze ji Başûr derkeve, bila ji eskerên Tirk vê bixwaze. ERKAN GULBAHÇE Di demekê de ku îşaret bi girîngiya yekîtiya Kurdan tê kirin, bûyerên li Zînî Wertê şerekî muhtemel ên di navbera aliyên Kurdî de jî kire rojevê. Siyasetvanên Kurd dibêjin, îhtîmala şerekî bi diyalogê dikare bê beralîkirin û xwest alî hemû xwe ji şerekî wê bibe felaket dûr bigirin. Siyasetvan wekî din gotinên hikûmeta Başûra Kurdistanê, ên dibêjin, bila PKK ji vir derkeve, bi bîr dixin û dibêjin, çima hikûmet nikare bibêje, “Bila dewleta Tirk ji vir derkeve”; li gorî wan “PKK li ser erdên xwe ye. Erdên Kurdistanê û ne malê tapokirî yê ti kesî ye.” Em bi nûnerên partiyên Kurdistanê re li ser mijarê peyivîn. Tenê diyalog Endamê Komîteya Karên Derve ya YNK’ê Şêx Şemal: Bûyerên li Zînî Wertê, tenê bi diyalogê dikarin bên çareserkirin. Birakujiyeke di vê pêvajoyê de wê bi çarparçeyên Kurdistanê bide wendakirin. Kurd divê ji bo bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkan hewl bidin, nirxên neteweyî bila derêxin pêş û helwêsteke Kurdistanî bila nîşan bidin. Partiyên Kurd hemû berpirsiyar in ji parastina destketiyên li her herêmê. Kurd berê sîlehên xwe bidin Kurdekî din, ev ê tenê kêfa dijminên Kurdan bîne. Bila eskerê Tirk derkeve Nûnerê Tevgera Gorran, Meran Saleh: li Başûrê Kurdistanê nisbî jî aramî bê, dewletên deverê hewl didin kaosê çêkin. Diyar e ku çûna hêza eskerî ya Zînî Wertê ji bo qutkirina têkiliya Qendîlê bi Başûrê Kurdistanê re ye. Mixabin li pişt vê planê dewleta Tirk heye. Li Başûrê Kurdistanê gelek baregehên eskerî yên dewleta Tirk hene û li van yên nû tên zêdekirin. Ji ber rêzebombekirinên hewayî yên dewleta Tirk gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Lê tevî van hemûyan, ên ku ji PKK’ê re dibêjin “derkeve” ji dewleta Tirk re nabêjin “derkeve”. PDK bi helwêsteke dostane nekete van deveran. Muhtemel xuya nake ku xelkê wê deverê PDK’ê qebûl jî bike. Ji ber vê, ez bang li tevahiya partiyên siyasî, rewşenbîr û siyasetvanên Kurd dikim, dengê xwe li dijî vî pîlanê kirêt bilind bikin û hewl bidin ji bo ku yekîneyên eskerî ji Zînî Wertê vekişin. Hikûmeta Başûr bila bi dewra xwe rabe Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind: Derdê dewleta Tirk ew e ku ji ber nakokiyên li ser Zînî Wertê di navbera partiyên Kurd PDK, YNK û PKK’ê de keysa xwe lê bîne û birakujiyekê çêke. Ew difikirin, bi vî awayî dikarin statuya Başûrê Kurdistanê tine bikin. Divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bibe xwedî înîsiyatîf û pêşiyê li vê yekê bigire. Divê hikûmet bi çareseriya aştiyane ya vê pirsgirêkê hewl bide. Banga me li gelê Kurd, partiyên siyasî, siyasetvanan, rewşenbîr û hunermendan e: Divê em ji bo pêşîgirtina li birakujiyê hewl bidin. Bila nebûna birakujî bibe xeta me ya sor. Dek û dolaba dewleta Tirk e Nûnerê Tevgera Kawa, Huseyin Erkan: Dek û dolaba li Zînî Wertê parçeyek ji êrişa sîstema desthilatdariya Tirk e ku ev demeke dirêje li dijî Başûrê Kurdistanê u xasma PKK’ê pîlan dike. Bi Zînî Wertê dor li Qendîlê girtin. Sîstema desthilatdariyê ya Tirk ev jî bi destê PDK’a Iraqê kir. Hêzên Zerevanî li vir hatine bicihkirin û ev ne ser bi wezareta Pêşmerge ve ne, ew hêzeke ku yekser Nêçîrvan Barzanî ew damezrandiye. Bi teserufa Mesrûr Barzanî bêyî erêkirina hikûmetê ev hêz hatiye şandin. Li ser vê YNK’ê jî hêza xwe ya eskerî şand deverê. Em ji PDK’a Iraqê dixwazin, têkiliyên xwe yên kirêt bi dewleta Tirk re bi dawî bike, hêzên dagirkeriya Tirk ji Başûr derêxe. Ji her du hêzan jî em dixwazin têkiliyên xwe yên bi PKK’ê re di ber çavan re derbas bikin û hewl bidin da ku xwîna Kurdan neyê rijandin. Xwîna Kurdan li Kurdan heram e Serokê Tevgera Nujen a Kurdistan li Suriyê (TNK-S) Dr. Rizgar Qasim: Ev komploya hanê ya li Zînî Wertê ne nû ye. Yê ku vê komployê ji berê ve bi rê ve dibe, bêguman dewleta Tirk e. Wiha diyar e ku komplo bi Zînî Wertê ne sînordar e. Ji bo wargeha Mexmûrê jî pîlanên din hene. Dewra Mexmûrê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de darî çav e. PDK divê vê bibîne. Bila ji bîr neke ku gerîlayên Kurd li Kerkûk, Mexmûr, Şengal û deverên din bi qehremanî şer kirin. Gerîla li dijî êrişên DAIŞ’ê başûrê Kurdistanê parast, çima Başûrê Kurdistanê gerîla neparêze. Ji ber vê divê em îro li dor sloganekê bicivin: “Xwîna Kurdan li Kurdan heram e”. Ji eskerên Tirk re bibêjin ‘derkevin’ Ji rêveberiya Ewrûpayê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Îbrahîm Elîkor: Ma li ku devera dinyayê rêveberiya welatekî diçe dijminê miletê xwe tîne û li nav erdên xwe bi cih dike. Va ye, PDK dijminê miletê Kurd, dewleta Tirk tîne û li nav erdên xwe bi cih dike. Ew ji vê hêza dijmin re jî dibêje, dostê min. Vê hêzê li dijî miletê xwe bi kar tîne. Dibêjin, bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve. PKK li ser erdên Kurdistanê ye. Ew der erdên Kurdan in. Ne malê ti kesê din e. Rayedarên PDK’ê li şûna ku bibêjin çi îşê PKK’ê li vir heye, bila bibêjin, çi karê 27 baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê heye. Li şûna ku ji Kurdan re bibêje, ji erdên xwe derkevin, bila ji yekîneyên Tirk bibêjin, derkevin.