Derhênerê filman Ozcan Alper bûyerên li Sûr û Cizîrê ji çavê helbestkarekî ji Baskê vedibêje. Ew bi îlhama ji helbesteke Jose Saarîonandîa girtî, girtiyekî ji hucreya wî bi awayekî xeyalî derdixe û dibe nav kolanên bajarê wî ku li wan dem sekiniye.

 

RONÎ ARAM / ANF/ NAVENDA NÛÇEYAN

Derhênerê filman Ozcan Alper ê ku heta niha filman bi navê ‘Payîz’, ‘Dahatû zêde didome’ û ‘Bîranînên ba’ kişandine, ablûkaya di salên 2015-2016’an de ên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi navê ‘Di nav kavilan de’ kir film. Alper diyar kir ku cara pêşîn ew filmekî anîmasyon dikişîne û ev tercîh ji ber şertên polîtîk e.

Pêşandana pêşîn a film di Festîvala filman a San Sebastîanê ya 66’an de bi rê ve çû. Derhêner Alper li ser çîroka film got: “Ji me xwestin ku em filmekî li ser helbestên Jose Saarîonandîa çêbikin, ku yek ji helbestkarê herî naskirî yê herêma xweser a Baskê ye. Sarrîonanadîa 15 salan di girtîgehê de maye û piştre hatiye revandin. Niha jî li Kubayê li sirgunê ye. Wî jiyana xwe ji bo parastina çanda Baskan terxan kiriye û têkoşiyaye. Lewre ew hatibû girtin û di hepsê de mabû.“

Me got em tiştekî wiha çêkin

Alper diyar kir ku di çarçoveya projeyekê de ji 12 derhêneran film hatine xwestin ku yek ji wan jî ew e. Alper anî zimên ku piştî wî helbestên Jose Saarîonandîa xwendin, lê hay bû ku ew kesekî nedûrî van deran e û wiha peyivî:“ Piştî ku min helbestên wî xwendin, min ew nêzî van deran dît û min xwest ji bo Sûrê jî tiştekî bikim. Min dixwest kurtefilmekî bikişînim lê di wan deman de ablûka û qedexe didomiya. Em nekarîn têkevin Sûrê. Gava vê rewşê pirr ajot, bi hevalê xwe yê ku anîmasyonan çêdike Vrej Kassoûny re me got em film bi vî awayî çêbikin. Carinan hin zehmetî derfetên xwe jî ava dikin.”

Dixwazin bîra mirovan tine bibe

Alper diyar kir ku piştî guherandina formata film, wan senaryo jî ji nû ve sererast kiriye û ji bo bûyerên ku li Sûr, Cizîr û Nisêbînê neyên jibîrkirin, wan sûd ji wêneyên rastîn ên wê demê wergirtiye. Alper anî zimên ku wan sûd ji wêneyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Nar Photos û gelek wênekêşan girtiye û got: “Me ji nav bi hezaran wêneyan, wêne hilbijartin, bi awayê ku belgefilm be, me sererastkirinên xwe çêkirin. Lê çavkaniya me ya sereke DÎHA bû. Gava piştî bi 10 salan xelkê li pey xwe meyzand, divê hin wêne hebûna. Ji ber ku herî zêde tê xwestin, bîra mirovan winda bibe. Piştre me ev wêne bi teknîka wêneyên boyaxê kirin anîmasyon. Ev kar nêzî salekê domiya.”

Wê ji bo nîşandanê hewl bidin

Alper diyar kir ku tevî filmên din ên qala Sarrîonandîayê dike, filma wî li Festîvala filman a San Sebastîanê hatiye nîşandan û got “Li Tirkiyeyê festîval jî ne dûrî atmosfera polîtîk e û li derveyî welêt em ê karibin bêtir bigihêjin mirovan. Lê paşî belkî bi platformeke din em karibin film bigihînin ber destê kesên li van deran jî.”

Haya Jose ji meseleya Kurdan heye

Me ji Alper re pirsî, gelo Jose Sarrîonandîa dema ku bihîst helbesta wî qala Sûrê dike reaksiyona wî çawa, Alper got, “Jixwe ji me re hatibû gotin ku sûdê ji helbestên wî werbigirin. Helbesta ‘Demên dijwar’ (Sasoî Makalak) dişibiya tiştên ku li Sûrê pêk hatine. Min fikra xwe ji helbestkar re got û gelekî li xweşiya wî çû. Ji ber ku wî jî jiyana xwe daye ziman û çandeke winda. Haya wî ji meseleya Kurdan jî heye. Jose Sarrîonandîna got, ‘Ez ê kêfxweş bibim ku helbesta min qala meseleya Kurdan bike.’ Ji ber ku ev êş li her dera cîhanê heye. Me senaryo li gel Mûrat Ozyaşar ê ji Amedê nivîsand û li gorî vê derê me li hev anî.”

Di nav kavilan de

Filma “Di nav kavilan de” ya Ozcan Alper e. Senaryo ji aliyê Ozcan Alper û Mûrat Ozyaşar hatiye nivîsandin. Derhêneriya anîmasyonê jî Vrej Kassoûny kiriye. Di film de hin beşên helbesta helbestkarê ji Baskê Jose Sarrîonandîa a bi navê ‘Demên dijwar’ hene û Feyyaz Dûman jî deng daye film.

Mijara film jî wisa ye: “Helbestkarê Kurd ê bi navê Lal ê 32 salî, di hucreya xwe ya biçûk de dikeve nav ramanan. Ji nişka ve di hucreya wî de beytikek derdikeve holê ew jî nizane gelo rast e yan jî xeyal e û dest bi rêwîtiyeke di navbera xewn û jiyana rastîn dike. Helbestkarê ku vedigere kolanên zaroktiya xwe dibîne ku dem sekiniye, bîranînên wî hilweşiyane û mirovên wê ji hev belav bûne.”