Koma Partiya Çepgir a Almanyayê a di Meclîsa Federala alman de bang li hikûmeta xwe kir ku êdî binpêkirinên li Tirkiyeyê bibîne û bang li ya Tirk kir ku daxwazên girtiyan bicih bîne.
Koma Partiya Çepgir a Almanyayê ku di Meclîsa Federala alman de 76 parlementerên wê hene ji bo greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bang kir. Parlementeran banga “Li hemberî polîtîkayên hikûmeta Tirk ên li dijî Kurdan bê deng nemîne” li Merkelê kirin û ji hikûmeta AKP’ê ji xwestin ku dest bi muzakereya bi girtiyan re bike.
Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd  ku ji 12’ê îlonê ve dane destpêkirin ket roja 56’emîn. Daxwaz û çalakiyên girtiyên Kurd di rojeva raya giştî ya navneteweyî de  ye. Koma Partiya Çepgir a Alman a Meclîsa Federal piştgirî da çalakgerên Kurd û ji bo daxwazên girityan bang li hikûmetên alman û Tirk kirin.
Koma Partiya Çepgir bal kişand ku di van demên dawiyê de li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên gelek mezin çêbûne û ev bang kir:
"Tevî rewşenbîr, sendîkavan, rojnamevana nêzî 10 hezar siyasetmedarên Kurd ên muxalîf hatin girtin. Ji girtiyan 700 girtî demek dirêje di greva birçîbûnê de ne. Komek ji vana ji 12’ê îlonê ve di greva birçîbûnê de ne. Herî dawî, 5’ê mijdarê 10 hezar girtiyan aşkere kir ku ew ê bi komî dest bi greva birçîbûnê bikin.
Daxwazên sereke yên girtiyan rakirina tecrîda li ser Ocalan, parastin û mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Divê êdî hikûmeta federal a Alman van bûyeran û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê zêde dibin bibîne û piştgiriya dide hikûmeta Erdogan qut bike. Her wiha, koma me ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê ji hikûemta Tirk jî dixwaze ku bi girtiyan re dest bi muzakereyan bike."

Piştgiriya ciwanên Baskê 
Jı aliyekî din ve ji herêma Baskê jî piştgiryeke bi wate ji bo girtiyan hebû. Bi armanca piştgiriya li girtiyên siyasî yên Kurd ku di girtîgehên Tirk de di greva birçîbûnê de ne, komeke ciwanên  Baskî kete greva birçîbûnê. Hate hînbûn ku hin komên din jî wê tevlî greva birçîbûnê bibin ku grev roja duşemê li welatê baskan, li bajarê San Sebastîanê dest pê kiribû. Berdevkê Tevgera Ciwanan a San Sabastîanê, Joska Natkeyê ku ji ANFê re axivî wiha got; ‘Çalakiya me çalakiya silavdayina li berxwedana Kurdistanê ye. Em ne xerîbê greva birçîbûnê ne. Herî dawî li girtîgehê gelek hevalên me yên ku 45 rojan di greva birçîbûnê de mabûn, nexweş ketin."
Dema ku hê jî greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku didomînin, ji devera Baskê ya Spanyayê, desteke watedar hat. Li bajarê San Sabastiyan a baskê, komeke ciwanan ji roja sêşemê sibehê ve bi navê ‘piştgiriya li Kurdistanê’ ketine greva birçîbûnê. Çalakiya ku ji hêla Tevgera Ciwanan a Sabastiyanê ku li maleke dagirkirî didome, heta sibeha çarşemê dom kir.
Çalakiyê niha ciwanên bi navê Joska Natke, Anne Balzola û Itzar Galborsola didomînin. Berdevkê ciwanan Joske Natke di derbarê çalakiya piştigiriyê ya 48 saetan de bi telefonê agahî da ANF û ragihand ku greva birçîbûnê ji sibehî û pê de wê komeke din bidomîne û da zanîn ku roja Înê jî li paytexta devera Baskê, Vîtorîa- Gasteîzê wê çalakiyeke din dest pê bike.
Joska Natke bal kişand ser wê ku tevgera ciwanan ji bo serxwebûna Baskê û azadiya girtiyên siyasî tê dikoşin û got; ‘Têkoşîna me dişibe têkoşîna Kurdistanê. Em ne xerîbê greva birçîbûnê ne. Ê me jî 700 girtiyên me yên siyasî hene. Herî dawî nêzîkî 60 hevalên me 45 rojan ketin greva birçîbûnê û gelek ji bo vê sedemê nexweş ketin. ‘
Çalkagirê Baskî Natke herî dawî peyameke wiha ji girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne şand: ‘Hûn ne bi tenê ne. Herçiqasî bi hezaran kîlometreyî em dûrî we bin jî dengê we tê me. Bi raman û hestên xwe em li cem we ne. Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de daxwazên we bêne bicihanîn.’ 

PERWER YAŞ / ANF/BERLÎN