Dewleta Tirk ji bo alîkariyê bide komên çete yên li Sûriyeyê, Deriyê Bab El-Selame yê 3 km li bakûrê  bajarê Ezazê bi kar dianî. Lê piştî ku ev mijar bû rojeva dezgehên çepemeniyê, dewleta Tirk serî li rêyeke din da û deriyekî veşartî ji çeteyan re vekir.


Deriyê veşartî

Şahidên ji gundê Hewar Kilis diyar kirin ku çeteyên girêdayî ‘Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê’ yên wekî Lîwaa Sultan Murad, Tevgera Ehrar El-Şam, Cebhet El-Nusra, Feyleq El-Şam ji dewleta Tirk xwestine ku li şûna Deriyê Bab El-Selamê ji wan re deriyekî din peyda bike. Li ser vê yekê dewleta Tirk li sînorê gundê Hewar Kilisê deriyekî veşartî ji komên çete re vekiriye.


Ji bo derbaskirina çek û çeteyan tê bikaranîn

Çavkaniyên ji gundê Hewarê diyar kirin ku ev rê nêzî 3 hefteyan e hatiye vekirin ango piştî êrîşên li dijî baragehên Ceyş El-Siwar ên li bajarokê Til Rifat (Arfad) û gundê Eyn Deqnê zêde bûne, hatiye vekirin. Di vê rêyê re tank û tirimpêl dikarin werin derbaskirin.

Çavkaniyan eşkere kir ku piştî çeteyan li gundê Eyn Deqnê li ser destê şervanên Ceyş El-Siwar û YPG derb xwarin, ev derî hat bikaranîn û wê demê jî çete hatin derbaskirin.

Gundê Hewar Kilis 17 km li rojhilatê bajarê Ezazê ye û tenê yek km dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Piraniya şêniyên vî gundî Kurd in. Ev gund ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê, komên Sultan Murad û Feyleq El-Şam ve car caran hatiye dagirkirin.

Dewleta Tirk ji bo herêmeke tampon li bakûrê Sûriyeyê ava bike, piştgiriyê dide çeteyan ku dest deynin ser herêmên Şehba.


NÛRHAT HESEN/ANHA/EFRÎN