NAZIM DAŞTAN / MA / KOBANÊ
Kobanê li dijî DAIŞ’ê bi berxwedana xwe destanên lehengî nivisandin û ji cihanê re bû hêvî. Berxwedana Kobanê di dîroka mirovahiyê de bû rûpelekî nû.
DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de bi çekên giran êriş bir ser Kobanê. DAIŞ bi berxwedaneke bêhempa rû bi rû ma. Hesab dikir ku wê mîna Musilê, Reqa û Girê Spî bi hêsanî Kobanê jî bi dest bixe. Piştî berxwedana Kobanê veguherî mîrasa mirovahiyê, hemû cihan li dora Kobanê bû xelek. Li ser banga ronakbîr, akademîsyen, hunermend, mirovên zanist 1’ê Mijdarê Roja Cihanê ya Kobanê hat îlankirin.
Heriya xwe parastin
Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kobanê Ehmed Şêxo, li ser salvegera berxwedana Kobanê axivî û got: “Heger niha DAIŞ li her devera Sûriyê têk diçe, destpêka wê yekê Kobanê bû. Me rejîm hemû ji bajarên xwe derxist. Gel xwe birêxistin kir û pergala xwe ava kir. Ji ber vê yekê gel bi êrişan re rû bi rû ma. Destpêkê ambargo danîn ser Kobane. Dixwestin pergala li ser bingeha neteweya demorkatîk bi pêş dikeve, bifetisînin.”
Kobanê sînor derbas kirin
Ehmed Şêxo bal kişand ser îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Cihanê ya Kobanê û got, “Berxwedaneke wisa bû ku kesî nedîtibû. Êdî cihanê nikaribû li hember vê berxwedanê bêdeng bimîne. Her kesî dît ku ev tehlûke ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo cihanê ye. Ji ber vê yekê hemû gelên cihanê rabû ser piyan, xwedî li vê lehengiya Kobanê derket û biryar dan ku 1’ê Mijdarê Roja Cihanê ya Kobanê îlan bikin. Kobanê bû hêviya gelan.”