
Ciwan Haco, daxuyand ku ew ji ber vê yekê gelek êş dikişînin û heta dawiyê emrê xwe jî we bikişînin û wiha axivî: “Vêca nexweşa insan jiyana xwe ji dest bide. İnsan pê diêşe. İnsan nikare ji bîr jî bike. Heta mirinê bi me re dijî. Ji ber vê em dibêjin êdî bese.”
‘Gotina biratî tenê serê xwe têrê nake’
Ciwan Haco derbarê pêvajoya aştiyê de jî nêrînînên we anî ziman û xwest gelê Kurd jî wekî gelên din xwedî heman man bin. Haco, di berdewamê de nêrînên xwe wiha parve kir: “Êdî dem dema aştiyê ye. Divê miletê Kurd jî wekî her miletekî bigihije heqê xwe. Yanî heqê miletan çibe divê heqê Kurdan jî ew be. Heqê miletan çiye? Heqê miletan zimane, heqê miletan divê destûra bingehîn de bê diyarkirin. Gotina biratî tenê serê xwe têrê nake. Lê miletê me niha bi hêviyê. Ji ber hevdîtinên li Îmraliyê. Ya ez dibînim wekî Kurdekî, miletê Kurd destek dide vê pêvajoya nû. Ez jî wekî Kurdek piştgiriyê didim vê meselê û piştgiriya aştiyê dikim. Hêvîdarim ku ev mesele bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Miletê Kurd jî wekî her miletî bigihije heqê xwe.”
Raperîna Rojavayê Kurdistanê
Hunermend Ciwan Haco destnîşan kir ku dîrokê de gelek tiştên nexweş hatine serê Kurdan û hatine xapandin. Haco, diyar kir ku Kurd êdî her tiştî baş dizanîn û wiha pêde çû: “Gelek caran hatiye serê Kurdan. Îro Kurd dîroka xwe j imin çêtir dizanin. Kurd j imin bi eqiltirin. Kurd j imin pêhtir dizanin çi dixwazin. Raste gelek caran ji Kurdan re gotine temam. Em ê heqê web idin we û piştre jî Kurd xapandine. Ji ber wê jî em dibêjin êdî bese. Heqê Kurdan di împaratoriya Osmaniyan de çibû bila bidinê. Kurd vê dixwazin. Piştî komar ava bû. Kurd dewa vêna dikin. Kurd dibêjin, mafên di destûra 1924’an de çibû bila wê bidin me. Kurd dewa vêna dikin. Divê Kurd wekî miletekî bên qebûlkirin. Ez çavekî mezin bi raperîna Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikim. Hêvîdarim ew jî di demek nêz de bigehijin ser heqên xwe. Niha problem ev e. Miletê Kurd îro 40-50 milyon li ser vê coğrafyayê dijîn. Ji ber vê jî divê êdî meseleya Kurdan ji kokê ve bê çareserkirin. Ev ne hindike. Dawa heqê xwe dikin. Ziman û mafên xwe yên netewî dikin. Li Suriyeyê tu tiştê Kurdan tunebû. Li wir qet nedigotin Kurd hene jî. Ji ber vê jî wekî Kurdekî ku li wir xwedê dame. Çi ji destê min were ez ji wan texsîr nakim. Hêvîdarim wê serbikevin. Bigehijin heqê xwe. Hêvî dikim rojavayê Kurdistanê Qamişlo bigire heta Efrînê, Efrînê bigire, heta Kobanî heta Dêrikê hemû kes bigehije mafê xwe. Gelek zulm û zordarî li Kurdan hatiye kirin. Êdî bese. Kurd dewa heqê xwe dikin.”
Rewşa mûzîka Kurdî
Ciwan Haco bi minasebeta 25’emîn salvegera Qetliyama Halebceyê jî nêrînên xwe bi mere parve kir. Haco got ku ev karesatekî gelek mezine hatiye serê Kurdan û wiha axivî: “Komkujiya Halebçeyê karesetek gelek mezin bû. Em hêvîdarin cardin êdî karesat û nûsîbetên wiha neyên serê Kurdan. Ne tenê Kurd hêvî dikim ne tenê Kurdistanê li tu derê cihanê êdî tiştek wiha neyê jiyandin. Îro divê insan bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her çiqas di navbera du miletan de şer çêbûbe jî disa li ser masekê hatine cem hev û çareser kirine. Kurd jî miletên derdorava wan jî divê vê meselaya xwe bi vê rêyê çareser bikin.”
Li ser rewşa mûzîka Kurdî ya dawî jî Haco nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku li gel hemû şert û mercên nebaş dîsa jî rewşa mûzîka Kurdî gihiştiye astek baş. Haco ku li gel vê mijarê derbarê xebatên xwe yên hûnerî de jî hin agahî dan ev tişt gotin: “Ev mesela eger bê çareserkirin dê meselaya mûzîka Kurdî jî were çareserkirin. Mesela me girêdayî vir e. Eger ev mesele çareser bime. Wê tv, radyo tiştên din bi rehetî bên vekirin û wê demê jî rewşa mûzîka Kurdî wê baştir be. Li gor şert û mercên tên jiyan din, dîsa jî rewşa muzîka Kurdî bi rastî gihiştiye astekî gelek bilind. Gelek hûnermendên baş û berhemên baş hene. Lê divê em baş bizanibin. Bi rastî di van salên dawî de muzîkjenên Kurdî di rewşekî gelek nexweş de ne. Dengê daholê ji dûr ve xweş tê. Hinek niha dibêjin ev li Ewropayê di nava kêfê de dijîn. Lê ev ne raste. Em perçeyek miletê xwe ne. Eger miletê me azad be rehet be, wê demê em jî wê azad rehet bin. Tu projeyên min ên nû niha tunene. Lê ez carnan hin tiştên tên bira min qeyd dikim. Hêvîdarim di rojên pêş de ez dê dîsa bi xebateke nû derkevim pêşberî heskiriyên xwe. “
‘Ev tiştekî gelek pîroze’
Civan Haco herî dawî li ser kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Şaredariya Wanê ve hatiye destpêkirin de jî dilşadiya xwe anî ziman û wiha domand: “Ev tiştekî gelek pîroze. Me gelek caran bihist ku Kurdên bakurê Kurdistanê alîkarî didin, gelê Rojavayê Kurdistanê. Ev jî dide nîşandan ku gelê Kurd çiqas bi hevre girêdayiye. Her çiqas dewletên derdorê sînor danîbin navbera wan jî dilê Kurdan bi hevre maye. Wekî mînak Qamişlo û Misêbin. Temaşe bikin. Nîvê ehlê Nisêbînê, li Qamişlo rûdinê. Nîvê ehlê Qamişlo jî li Nisêbînê dijî. Mesele wiha ye. Vêca pêve were, heta tu bigehijî hidûdê Kurdistana Başûr. Divê her tim alîkariya hev bê kirin. Ji ber ku Kurdên li vir alîkarî didin Kurdên Rojavayê Kurdistanê ez gelek kêfxweş dibim. Ev hewldana gelê Wanê tiştekî gelek pîroze. Karesatekî gelek nexweş hatiye serê gelê Wane hêvî dikim ev karesat bibe ya dawî. Ez ji wan re dibêjim; Ez ji we hes dikim.”
LOKMAN GEZGÎN/ŞERMÎN SOYDAN - DÎHA/WAN