Ciwanên Kurd di 16'ê Adara 2011'an de ji bo xurtkirina yekitîya neteweya Kurd li Amedê "1'emîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd" li darxistibûn. Di konferansê de biryara "2'yemîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd" li Hewlerê bê lidarxistin girtin. Di çarçoveya biryarê de Komîtêya Amadêkar ya Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd li Hewlêrê gelek hevdîtin pek anîn. Di encama hevdîtinan de biryar hate girtin ku 2'yemîn Konferans sibê saet di 10.00'an de li Holê Pêşawa pêk bê. Konferans dê 3 rojan berdewam bike. Dê ji Herêma Federal a Kurdistanê, Tirkiye, Suriye, Îran û gelek derdorên din delegeyên ciwanan beşdarî konferansê bibin. Li gorî amadekariyan li Tirkîye 40, Suriye 31, Îran 30 û Herêma Federal a Kurdistan jî nezê 80 ciwan dê beşdarî konferansê bibin. Ji Ewrop û deverên jîn jî 50 delegeyên ciwanan deê tevlî konferansê bibin. Endamê Komîtêya Amadêkar ya Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd Mustafa Mamay têkildarî mijarê de ji DÎHA’yê re axivî. Mamay, diyar kir ku ji salên 1990’an heta niha hewildanên yekîtiya neteweye Kurd berdewam dikin lê heta niha encameke xurt bi destnexistin e û wiha got: "Ji bo ku ev hewldan encam bigrin ciwan par ketin nava liv û tevgerê. Tê zanîn ku par li Amedê konferansa yekemîn hatibû li darxistin. Di konferansê de me gelek biryarên giring girtin û hêza ciwanên Kurd bû yek. Ev yek bo yekitîya Kurdan gaveke pir girîng bû. Me bi wê biryarê destnîşan kir ku Kurd dikarın bibin yek û helwesta xwe ya yekîtî nîşanî hemû cîhanê bidin. Yekemîn car e helwestekî wisa tê nîşandan."
'Ji yekîtiyê re wê bibe bingeh'
Mamay, anî ziman ku hînî ji destê wan bê ew dê ciwanên Kurd tevlî konferansê bikin û wiha axivî: "Me di konferansa par a Amedê pêk hat de hewilda ku hemû hêzên ciwanên Kurd tevlî konferansê bikin. Me li ser vê yekê konferanseke serkeftî li dar xist. Em dixwazin ev konferans jî wisa serkeftî pêk bê. Em hewildidin ku hemû derdoran tevlî konferansê bikin. Nîqaşên di nav komîteya amadekar de jî li ser vê yekê pêk hatin û ramanên wekhev derketin holê. Hêvîye me jî ev e ku hemû hez tevlî konferansê bibin. Eger tevlî nebin ev yek ji bo me kemasîyekê û dê konferans kêmas bibe." Mamay, têkildarî konferansa neteweyî de jî axivî û wiha pê de çû: "Di konferansê de dê pîvanên netevbûyînê esas bên girtin. Di konferansê de peyama me ya duyemîn jî ew e ku konferansa me ji konferansa neteweyî re bibe bingeh û ximzetê ji wê re bike. Em tenê di navbera hev nîqaşn dikin lê heta konferansa neteweyî pêk neyê konferansa me nagihije armanca xwe ya bingehîn. Em dixwazin bi lezgînî konferansa neteweyî pêk bê û ji bi rizgariya gelê Kurd gavek bê avêtin û pirsgereka Kurda çarasêr bikin. Êdî ji jiyana di bindest re bes e. Bi konferansa neteweyî ji dargirkeriyê re bêjin bes e û ji Kurdan re jiyaneke azad bêjin. Bila ciwanên Kurd ji bo hemû siyasetên Kurd konferansa neteweyî li dar bixin teşvîk bikin."
'Niqaşên şaş zirarê didin'
Mamay, da zanîn ku nîqaşên şaş zirarê didin yekîtiya neteweya Kurd û wiha pê de çû: "Dive hemû hezên Kurdan îtîbarê nediîn wan niqaşan. Divê ji bo yekitîya netewî kar bikin. Helwesta me ya li hemberî van ramanan aşkera ye. Netewbûn bi beşdarbûna çend partîyan çenabê. Heke têkildarî yekîtiyê de fikir û ramanên wan hebûn divê bên tevlî konferansê bibin û li wir bînin ziman. Ji ber nêzîkatiyên şaş heta niha yekîtiya gelê Kurd pêk nehatiye. Dive hemû hezên Kurdan ji dîrokê dersan derbixin û wisa nezîkî konferanse bibin. Em ji dîrokê dizanin ku hinek hezên mezin yên Kurdistan bi hêzên derve nêzîkahiyên şaş dikin. Em wekî ciwanên Kurd êdî nêzîkahiyên wisa qebûl nakin."
'Ji bo dijmên Kurdan peyamek e'
Endamê Kordînasyona Ciwanên Welatparêz ya Herêma Federal a Kurdistanê Arî Şexanî jî diyar kir ku ciwan bi konferansa xwe ya sala 2011'an de gavêk girin avêt û niha jî konferanseke din kom dike. Şêxanî, anî ziman ku ev bo gele Kurd gelek giringe û wiha got: "Dive hemû rexistin û tevgerên ciwanên Kurd tevlî wê konferansê bibin. Ev konferans dê peyamekê bide dijmina Kurdan. Konferan dê ji bo xurkirina yekîtiya Kurdan bibe bingehek gelek girîng û mezin. Ji bo wê jî dive teqez hemû hezin Kurdan tevlî konferansê bibin. Hêvîdarim ku konferans dê bi serkeftî pêk bê. Ji ber ku serkeftina konferans serkeftina gele Kurd û netewa Kurd ê. Divê ev konferans peyamêk bide ku kes nikarê gelek Kurd têk bibe û bişkênen. Gelê Kurd her tim dê azad û serkeftî bijî."
MURAT KOLCA - DÎHA/HEWLÊR