
Li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê Kamyaran, Sine, Hewreman û Mahabadê Ciwanên Apoyî bi belavkirina belovakan di nava bajêr û gundan de komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.
Ciwanên Apoyî yên Kamyaranê li gundê Şahînî û Palangan û di nava bajêrê Kamyaranê bixwe de jî bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat, çalakî lidarxistin. Ciwanan wêneyên Ocalan li gelek deverên Kamyaranê bi armanca balkişandina ser 15’ê Sibatê daleqandin.
Ji Mahabadê dilsozî
Ciwanên Apoyî yên bajarê Mahabadê jî bi rakirina alên PJAK, KODAR û posterên Ocalan komplo şermezarkirin. Ciwanên Mahabadî bi belavkirina daxuyaniyekê sond û peymana xwe ya bi û dilsoziya xwe ya bi fikir û ramanên Ocalan re anîn ziman û diyar kirin ku ew ê heya azadiya Rêber Ocalan hewldanên xwe berdewam bikin.
Ji bo tolgirtinê berê dan çiyayan
Ciwanên Apoyî yên bajarê Sine û herêma Hewramanê jî çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî komploya 15’ê Sibatê lidarxistin. Di çalakiyan de komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û azadî ji Ocalan re hate xwestin.
NAVENDA NÛÇEYAN