Ambargoyê ferz dikin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di van êrîşên pir alî de hin çeteyên bi eslê xwe Kurd ên sîxur ku bi dijminên Kurd re hevkariyê dikin jî hene û ji bilî qirkirina fizîkî, êrîşên siyasî, aborî û psikolojîk jî hene.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tişta ciwanan herî zêde xemgîn dike siyaseta hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistana ye û wiha ev tişt hat gotin: “Li şûna ku bibe destek û alîgiriya têkoşîna rojavayê Kurdistanê bike, em dibînin ku bi ambargoyê li ser Rojava ferz dikin û siyaseta penaberiyê teşwîq dikin re, dibin perçeyekî êrîşan û hevalbendên êrîşkaran. Bi taybet saziyên wan ên çapemeniyê yên wekî Zagros û Rûdaw îro roj bi weşanên xwe bûne dezgehên şerê taybet ku dixwazin herêmên rojavayê Kurdistanê vala bikin û ji êrîşan re vekirî bihêlin.”
Vegerin tevlî seferberiyê bibin
Di dawiya daxuyaniyê de siyaseta hikûmeta başûr hat şermezarkirin û ev bang li ciwanan hat kirin: “Em bang li hemû ciwanên xwe yên Rojava dikin ku li dijî van kiryaran şiyar bin. Her wiha em diyar dikin ku pêdiviya rojavayê Kurdistanê îro, bi zêdekirina kampên penaberan nîn e, pêdiviya wê bi alîkarî û piştgiriya têkoşîna azadiyê heye. Li ser vê bingehê banga me ji bo hemû ciwanên Rojava û bi taybetî ciwanên ku axa xwe berdane ew e ku vegerin welat û tevli seferberiya ku hatiye îlankirin bibin. Her wiha tevli nava têkoşînê bibin û li kêleka YPG’ê di çeperên parastinê de cihê xwe bigirin.”
QAMIŞLO