Weşanxaneya Berbangê pirtûkên “Tebatî” (Çîrok) û “Bayê Zewêdiyan” (Helbest) yên M. Çiya Mazî çap kirin.

Tebatî; pirtûka M. Çiya Mazî a çîrokan a 5’emîn e. Çîrokên vê pirtûkê ji bûyerên rastiya jiyanê sûd werdigirin û wek rêzeçîrokan di pirtûkê de cihê xwe digirin. Ji zaroktiya mirovekî heta mezinbûna wî, ji salên 70’yî heta salên piştî 2000’î, ji gund heta bi bajarê navîn û metrepolên mezin; bi awayê rêz, bûne çîrok û derdikevin pêşberî xwendevan.

Pirtûka helbestan a sêyemîn

Bayê Zewêdiyan pirtûka helbestan ya M. Çiya Mazî a sêyemîn e. Helbestên vê pirtûkê di nava xwe de hisreta welêt, keresatên civaka Kurd û bendemana serkeftinan dihewîne. Hest û tevna helbestên vê pirtûkê li ser felsefeya ba hatiye hûnandin.

M. Çiya Mazî kî ye?

Çîroknûs, helbestkar û lêkolîner M. Çiya Mazî di sala 1960’î de li gundê Kufragê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hatiye dinê. Ji sala 1993’êyan û vir ve bi Kurdî dinivîse. Heta niha gelek helbest, kurteçîrok, gotar/cerebeyên wî di rojnameya Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka û kovarên weke Jiyana Rewşen, di malperên weke Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pûkmediayê de hatine weşandin. Hinek kurteçîrokên wî ji bo antalojiyan li Tirkî û Erebi hatine wergerandin.

Berhemên wî yên hatine çapkirin ew in;

Kurteçîrok: Mistek Jiyan (2003), Mijarên Mîqro (2009), Bahol (2011), Peyarêk (2013), Tebatî (2019)

Helbest: Palûte (2008), Baranên Çilesrî (2017), Bayê Zewêdiyan (2019)

Lêkolîn / Gotar: Ferhenga Gotinên Pêşiyan (2005), Baxek ji folklora kurdî-ji derdora Mêrdînê (2014), Ez çûm ku neçûm ku (2015)

 

NAVENDA NÛÇEYAN