Komîteya Cizîrê heta niha tevî alîkariyên teknîkî, 450 hezar dolar berhev kirin û di qonaxa duyemîn de jî hewl dide bi hemû hêz û derfeta xwe beşdarî xebatên avakirina Kobanê bibe.

Kordînasyona Giştî ya Jinûve Avakirina Kobanê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê qonaxa yekemîn a berhevkirina alîkariyan bi dawî kir û derbasî qonaxa duyemîn bû. Hat ragihandin ku di qonaxa yekemîn de tevî alîkariyên teknîkî 450 hezar dolar ji Kobanê re hatine berhevkirin û berpirsyariya ji nû ve avakirina goristana Şehîd Dicle ya Kobanê girtiye ser xwe.


Qasî derfetên xwe alîkarî dan

Hemû Desteyên Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê li gorî qabiliyet û derfetên xwe alîkariyên xwe pêşkêşî Kobanê kirin. Desteya Veguhastinê gelek alavên giran şandin Kobanê û li rex Şaredariya Gel a Kobanê û şaredariyên Bakurê Kurdistanê beşdarî xebatên ji nû ve avakirinê bûn.

Her wiha Desteya Vegihînê (komînîkasyon) jî tora telefonên erdê ya bajarê Kobanê sererast kir û niha ketiye meriyetê.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan jî şandeyek ku ji 5 endezyaran û pisporên pîşeyî pêkdihat, şand Kobanê. Şandeyê lêkolîneke berfireh ji tora avê re çêkir û şêwazên sererastkirina wê diyar kirin. Şandeyê ev proje li rex şandeya pisporên toreya avê ji Bakurê Kurdistanê da meşandin û ava vexwarinê ji welatiyan re peyda kir û heta niha xebatên xwe didomînin.



HEYFA MÛSA/ANHA/AMÛDÊ