Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiyên gerîlayan ên xurt ên li Şemîzînan, Şirnex û Bedlîsê eşkere kirin.
HPG’ê da zanîn ku di çaroveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de gerîlayan li navçeya Colemêrgê Şemzînanê derbeke giran li eskerên tirk xistiye. HPG´ê got, di vê çalakiyê de gerîlayan 19’ê Tîrmehê piştî nîvrojê li Girê Tatasêlê yê girêdayî Şemzînanê gelek çeoerên eskeran texrîb kirine, lê kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker nehatine zelalkirin. HPG´ê dide zanîn ku 17’ê Tîrmehê bi şev gerîlayên YJA Starê bi sabotajê derb li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk li Girê Xuro yê li Şemzînanê bi cih bibûyî xistiye û 4 ji wan kuştine.
Gerîlyan 19’ê Tîrmehê piştî nîvrojê Tabûra Zivingê ya li Çiyayê Gabar a Şirnexê kiriye armanca çalakiyekê û di çalakiyê de herî kên 2 esker kuştine.
Heman rojê li êvarê, gerîlayan li devera Birê Çolya ya Şirnexê li eskeran xist û di çalakiyê de herîkêm eskerek hat kuştin.
Gerîlayan 19´ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de,1ber êvarê li dijî Qereqola Rijlek a Bedlîsê çalakiyek bi roketan li dar xist, lê hejmara kuştiyên artêşa Tirk nehat zelalkirin. HPG´ê wekî nasnameya gerîlayên 16´ê Tîrmehê li devera Şêx Edîp a Bedlîsê jhiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir. Li gorî vê Çiya Koçer (Alî Ûlaş) ê li Sêrtê ji dayik bûyî û Sofî Hîzan (Sefter Yilmaz) ê li Bedlîsê ji dayik bûyî 17’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest dane.
BEHDÎNAN