Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkodan, hevdîtina xwe ya bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ku di 21-28’ê hezîranêd e hatibû serdana girtîgehên Tirkiyeyê re pêk anî, nirxand û diyar kir ku CPT’yê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotine; “Dê di demek nêzîk de ji bo Îmraliyê pêşketinên tetmînkar pêk bên.”.
Heyeta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ji bo pêkanînên girtîgehan de di 21-28'ê hezîranê de serdana Tirkiye kirin. CPT2yê bi Serokê ÎHD’ê Ozturk Turk Dogan û Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakalci re hevdîtin pêk anî.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê, hevdîtina heyetê veşartî hate girtin û bi Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Sevîm Salîhoglu û Sekreterê Giştî y kêTÎHV'ê Metîn Bakkalci re têkildarî geşedanên girtîgehên Tirkiyeyê de civîn pêk anîn. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan têkidarî civînê de agahî dan û diyar kir ku heyeta CPT'iyê têkildarî rewşa zarokên girtî li Tirkiyeyê bi taybet lêkolîn kir. Turkdogan, anî ziman ku wan ji heyeta CPT'iyê re têkildarî rewşa zarokên di girtîgehan de raporên salên 2010, 2011 û 2012'yan pêşkêş kirin û wiha got: "Em têkildarî rewşa zarokên di girtîgehan de tabloyeke giştî çêkir. Em tiştên zarokan jiyîn û binpêkirinên mafên mirovan ji wan re gotin. Me ji wan re gotin ji zarokên girtî ji sedî 90 girtî ne."
Turkdogan, anî ziman ku wan rewaş Girtîgeha Pozantiyê bi taybet axivîn û heyetê ji wan re got agahiya wan bi geşedanên li Pozantiyê heye û di nêz de dişopînin. Turkdogan, da zanîn ku heyetê li Girtîgeha Rihayê û hinek girtîgehên zarokan lêkolîn kirin.
Tukdogan da zanîn ku di dema hevdîtinan de tecrîda lisr Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatiye rojevê û wiha got: “Me tecrîda li Îmraliyê pêk tê anî bîra CPT’yê. Me daxwazên xwe yên ji bo avêtina pêngavan nû ve bi bîr xistin. Me rexneyên xwe yên ji bo wan ku der barê tecrîdê de heta niha tiştek negotine jî kir.”
Turkdogan desetnîşan kir ku heyeta CPT’yê diyar kiriye ku ew rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîgeha Îmraliyê ji nêz ve dişopînin û got; “ CPT wiha gotiye: “Em der barê Ocalan de bi Tikriyeyê her tim hevdîtina pêk tînin. Mereq nekin em dizanin li wir çi dibe. Em ê di demeke nêz de raya giştî ji bo Îmrali ronî bikin. Dê pêşketinek tetmînkar çêbibe.”

ENQERE