
Di daxuyaniyê de hate gotin:" Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi taybet di rewşeke hesas re derbas dibe. Şer û pevçûnên dijwar li seranserî welat belav bû ye. Di van rewşên dijwar de herêmên rojavayê Kurdistaên li Efrîn rasyî şerkî hova ne tê, her wiha ji aliyê rêjîma Baas ve amargo li ser van herêma hatiye ferzkirin. Tevî van jî komên îslamî yên radîkal bi çekên xwe li ser navê Artêşa Azad tev di gerin û ser navê şoreşê û şerê rêjîma Baas êrîşî herêmên ku tu hebûna Baas û alîgîgirên wî tune ye dikin."
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev bû zêdetir ji 15 roja ne herêma Efrîn ji aliyiyê komên çete ve hatiye dorpêçkirin û wiha pê de çû:" Li Herêmê zêdetir ji 7 sed hezar kes jiyan dikin, di nav de zêdeyî 2 sed û 50 hezar penaberên ji ber pevçûnên Helebê û bajarên din malên xwe terek kirine hene."
Polîtîkayên îslamî ferzdikin
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku komên çete ji bo ku poltîkayên xwe yên îslamî li ser gelê Kurd ferzbikin herêm dorpêçkirine û wiha dom kir: " Ji bo ku gelê Kurd poltîkayên wan qebûl bikin, gelê Kurd birçî dikin, Ambargo li ser harêmê ferz kirin, da ku Kurd koçber bibin û herêmên xwe valabikin. Ji vê yekê jî dixwazin pirsgirêka Kurd vegerînin cihê ku jê destpê kir û çareseriyan li gorî poltîka û berjewendiyên xwe çareseriyîkê dînin. Ev hêzên van kara dikin kopiyek nû ya kevne ji hêzên Selefî û Baasî ya dijî gelê Kurd e."
Herêm dorpêç kirine
Di daxuyaniya Desteya Bilind de hate gotin ku ku di dema hêzên navnetewî di riya civîna Cenêvrê ya 2'emîn li çareseriyekê ji pirsgirêka li Sûriyê re digerin û hêzên muxalefetê , welatên bi pirsgirêka Sûriyê re têkildarin di civînê de hazir dibin û hate gotin: " Wer dixuye ku pirsgirêka Kurd gihişte asteke pêşketî ku bûye di cihê nêz de di nava poltîkayên navnetewî de, ev ji qebûlkirina fermîbûna Desteya Bilind a Kurd ji aliyê Emerîka û Rûsyayê wek nûnerîn fermî yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatin qebûl kirin. Ev yek bû cihê nerazîbûna hêzên şofînist û nijatperest ên îslamî , ji ber vê yekê êrîşî gundên Kurd li Efrîn dikin û herêm dorpêç kirine."
Ji bo zarokan
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bê ku gulê Kurd bibe yek ne mumkine li dijî êrîşên ji derve û hinr û wiha hate gotin;" Em di wê baweriyê de ne ku bi qebûlkirina me wek nûnerên fermî ji aliyên hêzên navnetewî nîşana wê yekê ye ku me dest bi kar kiriye, lê car de em di heman demê de îhtiyaca me bi hêz û wek heviyê heye.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdistanyên ji her çar perçeyên Kurdistanê hate kirin ku piştgirtiya Kurdên Efrînê ku niha ji aliyên komên çekdar ve hatine dorpêçkirin bikin û alîkariyên lezgîn ên madî û menewî ji bo Efrîn û Kobanê diyar bikin û wiha hate gotin: " Buhaya pakêtek çigare yan fincanek qehwe li cihên hûn lê dimînin, têre şîrê 10 zarokên birayên we yê li Efrîn û Kobanê dikin, em di wê baweriyê dene ku hûn Kurdistaniyên ji Efrîn, Kobanê, Qamişlo, Hewlêr, Amed û Siindic amadene ku rihên xwe ji bo Kurdistanê û gelê wê re feda bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN
Amûrên tevkariyê gihîşt Rojava
Bi armanca tevkariya Rojava kampanyaya li Tirkiyeyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de amûrûn ku li navçeya Panosa Agiriyê û navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibûn berhevkirin di deriyê Sînor ê Nîsêbîn de ji bo gelê Rojava hat şandin. Tevkariya ku hat şandin gihîş Qamişlo. Tevkariyên ku hatibûn berhevkirin ji aliyê xebatkarên Şaredariya Nisêbînê li Navenda Çanê ya Mîtanî li qamyona hatin barkirin. Amûrên Tevkariyê ji aliyê Şaradara Nisêbînê Ayşe Gokkan û endamê Meclisa Şaredariyê Feryat Tepe li deriyê sîror radestî berpirsyarên Qamişlo hat kirin.