Hinceta 7. Dadgeha Esliye ya Hiqûqî ya Bakirkoyê der barê guhertina nav de balkêş e. Dadgeh navê Dêrsimê weke navê eşîret an jî qebîleyekê dihesibîne û diyar dike ku navê Dêrsimê ‘ne li gor rêkûpêkiya rayagiştî ‘ye!
Bav Xidir ji ANF’ê re axivî û got; “Min fam nekir, navê Dêrsimê çawa ne li gor rêkûpêkiya rayagiştî ye” Parêzerê malbatê Kizilkaya diyar kir ku biryar siyasî û keyfî ye û diyar kir ku ew ê ji bo temyîza biryarê serlêdan bikin.
Xidir Ercan xwedibû navê keça xwe ya di 1997 de hatibû dine di tomara şêniyê de bike ‘Dêrsim’. Lê ji ber ku nehat qebûlkirin navê keça wî weke ‘Dîlan’ hat tomarkirin. Ercan ji bo guhertina navê keça xwe li 7. Dadgeha Esliye ya Hiqûqî ya Bakirkoyê doz vekir.
Ercan diyar kir ku jixwe hemû derdor û malbat ji keça wî re dibêjin ‘Dêrsim û ew bi xwe jî ev nav diecibîne û got; "Li gorî biryara ku asntegkirina navan a di giştînameya Midûriyeta Giştî ya Şêniya Welatiyan de asteng dike, me biryar da ku navê keça xwe ya di tomara şêniyê de bi riyên zagonî biguherînin.”
Ercan diyar kir ku piştî dozê, dema ew li mala xwe ya li Zeytînbûrnê bûn, nivîsek ji wan re hat û Ercan û keça wî bangî qereqolê dkiirn. Her wiha qereqola polîsan ji Ercan û keça wî xwestin ku dest ji navê Dêrsimê berdin.
Ercan diyar kir ku di runiştina guhertina nav a di 25.05.2011 de ji wî pirsa ‘Çima we pêwîstî bi guhertina nav dîtiye’ pirsîne û got; “Min ji wan re got jixwe ez bi navê Dêrsim bangî keça xwe dikim, û navê wê ev e. Li vir jî dadger jî weke polîsên li qereqolê got navê Dîlan xweş e, neguherîne. Ji ber ku bersiv ji enmiyetê nehat, dadgehê jî doz taloq kir. Di rûniştina dozê ya di 27.07.2011 de pêk hat de dadgehê biryara redkirina doza me da."

Hinceta dadgehê!
Hinceta dadgeha înkarker wiha ye: "Ji ber ku di Saziya Ziman a Tirk de navê raberê Dêrsimê tune ye, wê zanîn ku hinek welatiyên welatê me li şûna nexşeya îdarî-siyasî ya Komarat Tirkiyeyê, li cihê ‘Tûnecelî’, ‘Dêrsim’bi kar tînin; Tevî navên nijat û netewên biyanî, pîvana hiqûqê ya ku navên têkildarî eşîr an qebîleyekê jî nikare were bikaranîn, ji bo nîzama rayagiştî jî pêwistiyeke girîng e ku dadgeh ji ber xwe ve li ber çavan bigire; her wiha ji ber ku derveyî pîvanên hiqûqa bingehîn e û bi tu rewşên fîlî ên mafdar jî nikare were îfadekirin û nirxandin, ev rewş tev li ber çavan hatine girtin û bi gihiştina encameke hiqûqî ya misoger biryar hatiye dayin ku doz were redkirin."

'Biryar siyasî ye'
Me der barê mijarê de serî li parêzerê malbatê Mehmet Sanî Kizilkaya da û diyar kir ku wana ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind daye. Kizilkaya destnîşan kir ku tu aliyê hiqûqî yê vê biryarê tune ye û got; “Di zagona hevsengiya navan de tenê karanîna tîpê Q, W, X qedexe ne. Biryara hatiye dayîn di çarçoveya siyasî û kefyî de hatiye dayîn. Jixwe dadger ji miwekîlê min re gotibû ‘Jixwe navê hemû zarokên te siyasî ne’ û tenê ev gotinan e nîşan dide ku dadger alîgiriyê dike. Navê zarokên miwelîkê min Mazlum Dogan, Ocalan, Mahsum Korkmaz, Şoreşger Bêrîtan û ev nava ne hatine tomakirin.”


ZEYNEP KÛRAY - ANF-STENBOL