Dengbêjî ji bo kurdan rêûresmeke bingehîn a çandî, civaknasî, zimannasî û wêjeyî ye. Di hebûna ziman û çanda kurdan de çanda dengbêjiyê xwedî rol û ristek e. Heta niha gelek nivîs, gotûbêj û xebatên akademîk der barê çanda dengbêjiyê de hatin kirin. Komaleya Akademiya Sînemeyê ya Rojhilata Navîn jî li ser çanda dengbêjiyê xebateke giranbuha kir û belgefîlmeke bi navê "Dengbêj" çêkir. M. Hadi Sumer derhêneriya belgefîlma Dengbêjiyê dike û film dîrok û çanda gelê kurd bi awayek zelal radixe ber çavan.

Ahenga xweza û dengbêjan
Hîlmî Akyolê ku li ser dengbêjiyê zane û agahdar e, serhatîbêjê belgefîlmê ye. Hewldan û têkoşîna veşartina kasetên dengbêjiyê ya Akyol bi gotinên wî tên nîşanddan. Ji xeynî behskirina vê têkoşîna veşartina van kasetên dengbêjiyê, gelek dengbêj di belgefîlmê de klamên dengbêjiyê dibêjin. Belgefîlm, berhema xebata 6 şev û rojan e û dîmenên wê li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê hatine kişandin. Ji ber ku dengbêjiya her herêmê ji hev cuda ye û xwedî hin xisletên cuda ye, belgefîlm li herêmên weke Amed, Xerzan, Botan û Serhedê û bajarên van herêman di nav zor û zehmetiyeke mezin de hat kişandin. Çanda dengbêjiyê ji ber ku yekser elaqedarî xwezayê ye, di belgefîlmê de ev taybetî jî nehatiye jibîrkirin û dengbêjên ku distirên yan li ber çemekî ne, yan li ber pez in, yan jî li ser girekî hunerê xwe tetbîq dikin. Her wiha xwezayîbûna dengbêjan jî balê dikişîne ser xwe. Dengbêj behsa wan têkiliyên xwe yên bi xwezayê re dikin û ka xweza çawa li ser deng û gotinên wan tesîrê dike jî bi awayek zelal tê nîşandan.

Dengbêjo dora te ye

Hunerê dengbêjiyê ji nava rabihuriyê û civaka ji rêûresmê xwe dawerivand û heta bi serdema me ya modern xwe gihand. Her wiha cîhaneke dengbêjan a ji girêdaneke înternetê wêdetir heye. Naxwe ji ber van taybetiyan jî di belgefîlmê de li cihê ku hîndekarek stranan yan jî pisporek hunerê dengbêj an jî dengbêjiyê vebêje, dengbêj û dengbêjî bi destê kedkar û hosteyên vî karî tê darîçavkirin. Dengbêjên ku di belgefîlmê de behsa serpêhatiyên xwe dikin û dibêjin ka çawa dest bi dengbêjiyê kirin.
Di roja me ya îro de çawa ku hunermendek dema behsa xwe dike, dev diavêje hunermendên din, dengbêj jî her tim hebûna xwe bi dengbêjekî din didin nîşan. Ango li vir  jî dengbêj her tim dengbêjekî din weke referans nîşan didin.

Di demeke nêzîk de tê pêşandan

Belgefîlma "Dengbêj" diyariyê şanoger Mehmet Şervan Karan hatiye kirin. Karanji xebatkarên Navenda Çanda Mem û Zînê bû. Karan ji wir berê xwe da Kobanê da ku di nava berxwdanê de cihê xwe bigire û li wir jî di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Belgefîlm wê di demeke nêzîk de gelek bajarên bakurê Kurdistanê were pêşandan.



GOKHAN ALTAY/DÎHA/WAN