Di civîna çapemeniyê de xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat, Gun Tv., Serokê GGC’ê, Hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, rêveberên ÎHD’ê, parêzerên ajansa DÎHA’yê jî di navde gelek kes amade bûn. Edîtorê ajansa DÎHA’yê Abdurrahman Gok, bal kişand ser zextên li dijî ajansê û diyar kir ku ji ber ajans tu carî ji rastiyan tawîzan nade. Gok, anî ziman ku DÎHA’yê ji roja di 4’ê Nîsana 2002’an de hatiye avakirin û heta niha bi feraseta “her kes xwedî mafê azadiya ragihandinê, agahi û fikra azad, îfadeya azad û rexneyê azad e” tevdigere û ji ber vê feraseta xwe ya “Tu carî ji rastiyan tawîzê nade” her tim rastî zext û zordariyê hatiye. Gok, destnîşan kir ji ji bora DÎHA’a hatiye damezirandin heta niha her tim bûye hedefa îxtîdara siyasî ya serdest û wiha got: “Me her tim xwest bi Kurdî û tirkî dengê xwe li gorî rastiyan bigînin her kesî û her kes ji mafê azadiya ragihandinê sûdê bigire. Ji ber vê feraseta serbixwebûna me em her tim rastî polîtîkayên zext perçekirin, girtin, binçavkirin û rêbazên din hatin.”
Gok, anî ziman ku bi taybetî di 3 salên dawî de zextên li ser ajansê zêde bûn û wiha berdewam kir: “Herî dawî di 20’ê kanûna 2011’an de di operasyona li dijî 7 buroyên ajansa me yên Wan, Amed, Stenbol, Enqere, Riha, Edene, Mêrsîn û Îzmirê bi tevahî 48 xebatkarên çapemeniya Kurd hatin binçavkirin û jê 36 rojnameger hatin girtin.“
Gok, da zanîn ku dîsa ji ber nûceyên li ser Girtîgeha Pozantiyê hatin çêkirin Nûçegihana wan a Edeneyê Ozlem Aguş a ku piştî operasyona li dijî saziyên çapemeniya Kurd dest bi xebatê kir di nav 2 mehên xebitî de di nav mehekê de 3 caran hate binçavkirin. Gok, da zanîn ku di 13’ê sibatê de nûcegîhanê Amedê Îsmet Mîkailogullari hate binçavkirin û piştî 3 rojan serbest hate berdan û wiha berdewam kir: “ Nûcegîhanê me yê Enqereyê Murat Çîftçî jî ligel ku piştî li Enqereyê hate binçavkirin û li Stenbolê ji aliyê dozger ve serbest hate berdan jî dîsa dema hate Rihayê ji bi fermana dozgerê Amedê bi hinceta nûçe çêkiriye dîsa hate girtin. Nûcegîhana me ya Colemêrgê Hamdiye Çîftçî jî dîsa ji ber ku di 22’ê Adara 2008’an de di bûyerê Newrozê de nûçe li ser êrîşa li dijî Cuneyt Ertuş çêkir hate girtin û hêj girtî ye.




Nûcegîhanê girtî divê bi lezgînî bê dermankirin

Nûçegihanê DÎHA’YÊ Murat Çîftçî yê di girtîgeha Tîpa D a Amedê bi nameyeke rewşa xwe ya ber bi xirabûnê diçe vegot. Çîftçî di nameya xwe de diyar kir ku ew nexweşê sîroza fatreşkê ye û rewşa wî her diçe xirabtir dibe. Çîftçî di nameya xwe de wiha dibêje: "Ez nexweşê sîroza fatreşkê me divê bi lezgin neqla fatreşkê bê kirin. Beriya niha ez careke 2 rojan di komayê de mam. 2 caran min hewl da ku neqlê pêkbînim. Lê ji ber ku cara yekem xwîn li hev nehat, cara duyem jî biçûk bû pêk nehat. Herî dawî min dema ku li nexweşxaneya Enqereyê ya Yuksek Îhtisasê dema ku tetkikan dikir, hatim girtin. Di girtîgehê de min rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê. Li wir jî bijişk gotin divê bil ezgin neqla fatreşkê bê kirin. Niha di girtîgehê de rewşa min her diçe xirabtir dibe. Ez dizanim ku di rewşeke awarte de nagihijim nexweşxaneyê. Hemû raporên min di dosayaya min de hene."
Çîftçî da zanin ku ew ji ber ku rojnameger e hatiye girtin. Çîftçî gotinên Serokwezir û weziran ku dibêjin ên girtî ne rojnameger in terorist û tecawuzkar in bibîrxist û wiha got: "Ez ji ber nûçeya ‘Doza KCK’ê ya Rihayê’ hatim girtin. Şahida dozê hat û axivî. Min jî bi dîmen nûçe çêkir. Bo nûçeya tekzip jî tune ne. Nûçe di çapemeniya navnetewÎ û herêmî cihek mezin girt. Şahid beriya ku nûçeyê çêkim ji min re got zext li ser min tune ne, lê polîsan bi zorê îfade girtin. Lê piştî ku keça şahid bi min re diaxive diçe polîs û îdia dike ku ez û kesê ku wê anî cem me bi zextan roportaj girtine." Çîftçî pirsa ‘Gelo ez rojnameger im, an tecawuzkar im?’ li Serokwezir û Weziran kir.  

AMED