Xelkê navçeya Dirbêsiyê ya ser bi Hesekê bi armanca şermezarkirina kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê xwepêşandanek li dar xist.
Di xwepêşandanê de pankartên li ser wan nivîsandî "Ji bilî berxwedanê ti rêyên me tine ne”, “Bijî berxwedana Efrînê” û pankartên şermezarkirina hovîtiya dagirkeran li Efrînê, hatin hildan.
Xwepêşandanê ji navenda ciwanan dest pê kir û li Meydana Şehîdan veguherî mitîngê.
Ji rêveberên Meclisa Kantona Hesekê Daûd Hac Elî di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku dê her tim têkoşîna xwe dewam bikin heta ku Efrînê rizgar bikin. Wî her wiha diyar kir ku ew ti carî dest ji mafê vegerandina şêniyan li Efrînê bernadin.
Di dawiyê de Hac Elî got, divê êdî hêzên navdewletî derbarê komkujiyên li Efrînê de bê deng nemînin, her kes behsa Idlibê dike, tevî ku ti tişt li wê derê heta niha tineye. Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ