Nobetdarên vê hefteyê yên ‘Nobeta Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, Kurdên welatparêz ên ji bajarê Fransa Drancyê ne.
Çalakiya “Nobeda Azadiyê” ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Strasbourgê li pêşiya Koneseya Ewrûpa (KE) dest pê kir, di hefteya 325’an de ye. Vê hefteyê Kurdên welatparêz ên ji bajarê Fransa Drancyê nobet dewr girtin.
Nobet hefteya derbasbûyî ji aliyê ciwanên Kurd ên ji Parîsê hatibû girtin û wê vê hefteyê jî wê ji aliyê Mûstafa Guneş, Ozgûr Çekîç û Fazil Toplayici yên ji bajarê Drancyê ve were girtin.
Endamên koma Drancyê diyar kir ku heta niha tecrîdeke mîna ya li ser Ocalan bi ti awayî nehatiye dîtin û divê Rêberê gelekî ne di nava van şert û mercan de be.
Çalakgeran got; “Dibe ku bi awayekî fizîkî Rêberê me êsîr bigirin lê ti carî nikarin îrade û fikra wî teslîm bigirin. Gelê Kurd wê di xeta Ocalan de têkoşînê bidomîne. Di serî de KE û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ya girêdayî wê, divê saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê bêdeng nebin.”